Pêngava Fermandar Rûbar bi serketî didome

Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar de li Serêkaniyê 3 gund azad kirin. YPG'ê da zanîn ku di pêvçûnan de 2 tang hatin rûxandin, 13 çete hatin kuştin û 4 çete bi saxî ketine destê şervanên wan.

Şervanên YPG/YPJ'ê di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar de li Serêkaniyê 3 gund azad kirin. YPG'ê da zanîn ku di pêvçûnan de 2 tang hatin rûxandin, 13 çete hatin kuştin û 4 çete bi saxî ketine destê şervanên wan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku Pêngava Fermandar Rûbar bê navber didome û der barê şer û pêvçûnan de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê ragihand ku pêngava bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 17’an de bi serketî berdewam dike. YPG'ê da zanîn ku hêzên wan di çarçoveya vê hemle de li 29 km başûr-rojavayê Serêkaniyê operasyonek nû li dar xistin û wiha hat gotin: "Di encama vê operasyonê de gundên Wedahiyê, Xircir û Tuwecil ji dagirkeriya çeteyan hatiye rizgarkirin. Di vê operasyonê de 2 tang û 3 maşîneyên çeteyan hatina ruxandin û dîsa 10 endame çeteyan jî hatine kuştin."

4 ÇETE BI SAXÎ HATIN GIRTIN

YPG'ê anî ziman ku hêzên wan li gundên dikeve herêma di navbera Çiyayê Kezwanê û Til Temir-Hasekê de xebatên xwe ya lêgerîne berdewam dikin û wiha pê de çû: "Hêzên me şevê din bi armanca bêbandor kirina çeteyên ku ji ber dorpêça hêzên me nikaribûn birevin û xwe di gundan de veşartibûn operasyonek li dar xist. Di vê operasyonê de li gundê Mexluca ya ku dikeve 23 km başûrê Til Temir û li quntarê çiyayê Kezwanê ye û gundê Til Hemamê Rojhilat a ku dikeve 11 km başûrê Til Temirê hatiye hedef girtin. Di vê operasyonê de 3 çete ku gule reşandin li ser hêzên me yên operasyonê tevî çekên xwe bi awayekî mirî hatine girtin. Dîsa 4 çete jî bi saxî hatiye girtin."

YPG'ê daxuyand ku xebatên wan ên bêbandorkiriba mayinan jî didome û domand: "Hêzên me heman demê de ji bo ew hezaran mayinên ku çeteyan li herêmê çandi bûn zirar negihîne gelê me xebatên xwe ya paqijkirina mayinan berdewam dikin. Rêhevalekî me ku heta niha bi sedan mayin bêbandor kiribû, duh di encama teqîna mayinê de gihiştiye şehadetê."