Pêngava dîrokî ya 1'ê Tîrmeha 1979: Ocalan hat Kobanê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bingeheke xurt ji tevgerê re amade bike, di 1'ê Tîrmeha 1979'an de ji gundê Kazikan ê bi 9 km'yan li rojhilatê Kobanê ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şahidên vê pêngava dîrokî, ji ANF'ê re axivîn.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, di salên destpêkê yên damezrandinê de, bi gavên xwe yên berçav li Bakurê Kurdistanê deng veda û di demeke kurt de bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk. Li ser vê yekê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bingeheke xurt ji tevgerê re amade bike, di 1'ê Tîrmeha 1979'an de ji gundê Kazikan ê bi 9 km'yan li rojhilatê Kobanê ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Şahidên vê pêngava dîrokî, ji ANF'ê re axivîn.

Yek ji şahidên vê pêngavê Ehmedê Pîrê ye, ku hingî karê rênasî (qûryetî) dikir û ji bo derbasbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû alîkar. Ehmedê Pîrê qala roja hatina Ocalan kir:

"Mihemed Saîd ê ku bi navê Ethem dihat naskirin yek ji hevalên destpêkê yê Rêber Apo bû. ew merivê malbata Elûş e. Malbata Elûş malbata yekem e, ku Rêber Apo hate mala wan, li cem wan demekê bi cih bû, berî ku cihê xwe biguherîne û li gundê Elpelûrê bi cih bibe. Ethem hate Kobanê û cih ji Rêber Apo re amede kir, zîvirî çû Bakur da ku Rêber Apo bi xwe re bîne.

Ethem piştî ku vedigere Bakur , agahî dide Rêber Apo ku cih li Kobanê hatiye amedekirin ji bo derbasbûnê. Ethem berê xwe dide qaçaxçiyekî bi navê Ca'nî  û ji wî re dibêje, ew dixwazin bi ewle derbasî Kobanê bibin. Di gundê Kazikan ê li milê bakur Ca'nî Rêber Apo û Ethem derbas dike û ew bi ewle digihêjin gundê Kazikan. Bêyî ku Ca'nî  jî bizanibe ev kesên ku derbas dibin kîne.

Enwer Elûş ê ku Rêber Apo wê li mala wî bimîne bi traktorekê tê pêşwaziya mêvanên. Wan dibe Kobanê, li mala wî dimînin. Rêber Apo çend rojan li mala Enwer Elûş dimîne. Lê ji bo ewlehiya wî hevalên wî cihê wî diguherin. Ji gundê Elpelûrê hevalekî Rêber Apo heye, navê wî Evdê Nasan. Çepgir e, ji malbateke ku bi welatparêziyê tê naskirin e. Rêber Apo li wî gundî bi cih dibe.

Di wan rojan de, ti kes navê Rêber Apo nas nake. Navê ku Rêber Apo pê dihate naskirin Elî Firat bû.

Rêber Apo dixwaze bigihê Şamê paytexta Sûriyeyê, ku têkiliyan bi partiyên şoreşger ên Fîlîstînê re çêbike. Rêbertî bi rêya Evdê Nasan dikare xwe bigihîne Şamê. Li wir têkiliyan bi Eniya demokrasiyê ya Rizgarkirina Fîlîstînê re ya din bin serweriya Nayêf Hewatimê de çêdike. Piştî demekê Rêbertî dikare têkiliyên Tevgera Azadiyê bi hemû Tevger û Partiyên Fîlîstînî yên li Sûriyeyê dimînin çêbike. Tevger li Şamê û Beyrûdê paytexta Lubnanê dikare kampên perwerdeyê ava bike û roj bi roj hêza tevgerê mezintir dibe.

Rojava bi derbasbûna Rêbertî dibe bingehek ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re. Di demên herî dijwar de piştgiriyê dide tevgerê Ji aliyekî ve tevgerê hembêz dike, li aliyê din li dora wê li hev dicive. Bi sedan ciwanên Rojava tevlî tevgerê dibin û li Rojava tevger xurt dibe."
 
'MIN NAS NEDIKIR, LÊ DIYAR BÛ SEROKÊ PARTÎ YAN JÎ TEVGEREKE KURD BÛ'

Şemsê Mihemed hevjîna birayê Evdê Nasan, ku Rêberê Gelê Kurd li mala wan ma, bîranîna wan rojan vegot.

Şemşê Mihemed da xuyakirin, ku wê nizanibû ew mêvanê ji Bakur hatiye mala wan kî ye, bi tenê dizanibû navê wî Elî Firat e. 

Şemsê Mihemed anî ziman ku wî mêvanî piranî demên xwe bi xwendinê derbas dikir û piştî ku hin hevalên wî tên, Şemsê êdî dizane ku mêvanê wan siyasetmedar e û ji ber ku hemû kesên ku tên rêzê jê re digirin. Şemsê dizane ku ew serokê partî yan tevgerekê ye û ji ber zexta dewletê xwe avêtiye Rojava.

Şemsê da zanîn ku mêvanên wî bi dizî civînên xwe çê dikirin û ji bo ku parastina wan bike wê damençeyek bi xwe re radikir û li derve rewşa derdora gund dişopand, da ku dema dewlet were, ew wan agahdar bike.  

Şemsê got: "Çend roj derbas bûn. Mêvanên me yên Bakurî zêde bûn. Min hîs dikir ku ew siyasetmedar in yan partîzan in. Min didît ku di hundir de civînên xwe bi dizî lidar dixin. Ew bi dizî derbasî Rojava bûbûn. Dewriyên polîsan jî li van deran digeriyan. Min nedixwest tiştek bi wan were. Ji bo wê her ku min didît ew ketin civînê, min derora malê û gund dişopand."

'BI RÊBERTIYA RÊBER APO GELÊ KURD ROJ BI ROJ DIGIHÊJE AZADIYÊ'

Şemsê bi keser ji dilê xwe hêvî û xeyala ku ew dixwaze pêk were, got: "Hêviyek min niha di jiyanê de heye, ev hêvî ji bo min xewn û xeyale ku ez her tim dixwazim pêk were; ez ji dil hêvî dikim ku Rêber Apo carek din azad bibe. Di nav gelê xwe de bijî û carek din bê vê malê; ez dixwazim Rêber Apo carek din li vê malê mêvan be, lê vê carê ez dizanim ku ew Rêberê Gelê Kurd e. Ew e yê ku doza Kurd gihand vê astê. Bi Rêbertiya Rêber Apo gelê Kurd roj bi roj ber bi azadiyê ve dimeşe."

...