Partiyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan

Li dijî PDK’ê ku 3 rojan asteng danî û nehişt ji Mexmûrê kes derkeve, partiyên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan dan.

Wekîlên hevparê desthilatdariyê ji ANF’ê re axivîn û gotin polîtîkayên PDK’ê yên li dijî gelê Mexmûrê dervey mirovatiyê ye.

GORAN: TIŞTA KU BAAS NEKIRÎ PDK DIKE

Wekîlê Goran Bestûn Faîk: ‘’Ev polîtîa ji bo çi têne kirin, ez fêhm nakim. Gelê Mexmûrê însanê me ne. Hikûmet bi mabesta ku gelê Mexmûrê radest bigire vê amborgoyê datîne. Divê her kes bizanibe ku Wargeha Şehîd Rûstem a Mexmûrê di bin xeteriyekî mezin de ye.’’

Wekîlê Goran Adil Azîz jî got divê di zûtirîn demê de ambargo rabe û wiha anî ziman: ‘’Tişta ku ev rejîma BAAS’ê nekirî, niha PDK dike. Weke parlamenter û welatiyekî daxwaza min ew e ku ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê di zûtirîn demê de rabe.’’

YNK: EV GEL TÊKOŞER E, DIVÊ HURMET RÊZÊ NÎŞAN BIDE

Wekîlê YNK’ê Salar Mahmûd jî got divê hikûmet ji gelê Mexmûrê re hurmetdar be, ‘’daxwaziya me ya gelê Başûrê Kurdistanê ev e ku, ev gel gelekî têkoşer e. Divê dev ji polîtîkayên bi ser gelê Mexmûrê de berdin.’’

 

...