Parêzeran bal kişandin ser tecrîdê û qetlîama Cizîrê

Hiqûqnasên ku di Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê de Parêzerên Nûjen Azadîxwaz destek kirin, bi dowîz û pankartan ve bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser Cizîrê û her wiha Tahîr Elçî jî ji bîr nekirin.

Baroya Stenbolê ji bo desteya rêveberiya xwe ya nû diyar bike îro desteya giştî kom dike. Hiqûqnasên ku di Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê de Parêzerên Nûjen Azadîxwaz destek dikin, bi dowîz û pankartan ve bal kişandin  ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser Cizîrê û her wiha Tahîr Elçî jî ji bîr nekirin. 

Di desteya Giştî de ku 5 namzet ketine pêşbirkê, li ser navê Parêzerên Nûjen Azadîxwaz Parêzer Several Ballikaya, Li ser navê Koma Parêzerên Nûjen ên Destpêkê Rêber Parêzer Mehmet Dûrakoglû,  li ser navê Koma Parêzerên Nîjadperest Parêzer Alî Riza Kaplan, li ser navê Platforma Serweriya Hiqûqê Parêzer Mehmet Sari, Li ser navê Koma Mafên Parêzeran jî Parêzer Omer Kavîllî namzetbûna xwe eşkere kiribûn.