Parçeyên balafira ket xwarê di destê gerîlayên HPG'ê de ne

Li herêma Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirek ket. Li gorîn agahiyan, hin ji parçeyên vê balafirê di destê gerîla de ne.

Duh êvarê saet di 19'an de li Bergarê ya li herêma Gabarê, balafirek ket xwarê.

Balafir li mintiqeya navbera gundê Guze û gundê Biye yên nehiya Amediyê ket xwarê. Piştî ketina balafirê, balafirên şer gelek bombe li vê herêmê barandin.

Li ser modela balafira ket xwarê, hê agahiyeke zelal bi dest neketiye.

Li gorî agahiyan, hin ji parçeyên vê balafirê ketine destê gerîlayên HPG'ê.

Çav li rê ye, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyekê biweşîne.