BI DÎMEN

Ozuçalişir: Bilez xwedî li Dêrikê derkevin!

Cîgirê Hevserokên Şaredariya Dêrikê Mûrat Ozuçalişir, diyar kir ku êrîşên li hember Dêrikê her diçe dijwar dibin û got, “Divê bilez xwedî li Dêrikê derkevin”.

Cîgirê Hevserokên Şaredariya Dêrikê Mûrat Ozuçalişir, diyar kir ku êrîşên li hember Dêrikê her diçe dijwar dibin û got, “Divê bilez xwedî li Dêrikê derkevin.” Ozuçalişir anî ziman ku wê gelê Dêrikê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkeve û li ber xwe bide.

Cîgirê Hevserokên Şaredariya Dêrikê ya DBP’yî Mûrat Ozuçalişir rewşa dawî ya li Dêrikê ji ANF’ê re vegot.

‘ÊRÎŞ DIJWAR DIBIN’

Ozuçalişir anî ziman ku qedexeya derketina kolanan a li Dêrikê ketiye roja 6’an û bi qedexeyê re êrîş dijwar bûne.

Ozçalişir ragihand ku niha li taxên Cevîzpinar, Zeytînpinar, Kale, Dag, Kuçukpinar êrîşên zêde, hene tax tên topbarankirin. Ozuçalişir da xuyakirin ku li navçeyê elektrîk û av nîne, tîmên taybet depoyên avê yên li ser banan dikin hedef û hewl didin gel mehkûmî bêaviyê bikin. Ozuçalişir got, “Li hemberî van hemû êrîş û zextan berxwedana gelê me didome.”

POLÎTÎKAYA KOÇBERKIRINÊ

Ozuçalişir da xuyakirin ku hêzên dewletê bi taybet gel neçarî koçberkirinê dikin, li ser vî esasî êrîşan dikin. Ozuçalişir wiha dewam kir: “Hêzên dewletê rasterast taxan gulebaran dikin, gel dikin hedef, armanca wan ev e ku taxan ji mirovan vala bikin. Anonsan dikin, dixwazin gelê me taxan vala bike.”

JI BO GELÊ DÊRIKÊ BANG

Ozuçalişir ê bang li gelê Dêrikê kir got: “Tevayî gelê Dêrikê tax û malên xwe terk nekin. Destûr nedin dewlet wê koçber bike. Heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.”

Ozuçalişir bang li komeleyên Dêrikiyan ên li metropolên Tirkiyeyê jî kir, xwest komeleyên Dêrikiyan ên li deverên wek Stenbol, Îzmîr û Mêrsinê xwedî li Dêrikê derkevin.