Otopsiya yên li Cizîrê hatine înfazkirin bi dizî tên kirin!

Hat ragihandin ku otopsiyên cenazeyan ên li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin qetilkirin jî bi dizî tên kirin.

Heyetek ji parêzer, doktor û wekîlên HDP’ê yên dixwestin karên otopsiya 42 kesên di qetlîama li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan li depoyên hewaya sar a li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê kirin bi awayekî serbixwe bişopînin, negirtin Saziya Tiba Edlî ya bi awayekî demkî hatiye avakirin. Otopsiyên bi dizî gumanên wek, “Delîlên sûcên mirovahiyê yên dema qetlîamê de pêk hatin tên windakirin” dide avakirin.

Cenazeyên 43 kesên di qetlîama li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatin qetilkirin li depoyên hewaya sar a li Deriyê Sînorê Xabûrê tên rawestandin. Dozgeriya Komarê ya Silopiyayê beriya du rojan tevî malbat bi gotina, “Heta roja Înê karên otopsiyê nayên kirin” şandin malê jî, hat hînbûn ku ji aliyê wezîfedarên girêdayî Wezareta Tenduristiyê, dozger û doktorên girêdayî Saziya Tiba Edlî otopsî pêk tên. Li ser vê jî heyetek ji parêzerên malbatan, doktor û parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez ji bo bi awayekî serbixwe otopsiyê bilopîne çûn Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê.

HEYET NEGIRTIN OTOPSIYÊ

Tevî hevdîtinên du rojan jî parêzer û doktorên ji aliyê ÎHD’ê hatin wezîfedarkirin û wekîlên HDP’ê wek çavdêr negirtin otopsiyê, nehiştin bikevin Saziya Tiba Edlî ya demkî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê. Parêzer Şeyma Urper li ser vê ji bo karibin wek çavdêr tevlî bibin hewl da daxwaznameyê bide dozger, lê diyar kir ku dozger ji wan direve û hevdîtin pêk nanîne. Îrmez a HDP’yî jî got rewşên di salan 90’î de nehatine dîtin tê jiyîn, wiha axivî: “Bêhiqûqî herî dawî ev e.”

Ji ber bedena piraniyên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan şewitîbûn û parçe bibûn, îdîayên wek, “di qetlîamê de gazên kîmyewî hat bikaranîn” ketin rojevê. Ev astengiya jî van îdîayana hê xurttir kirin, gûmana, “delîlên sûcê mirovahî tên tinekirin” jî bi xwe re anî.