Operasyonên qirkirina siyasî: 12 kes hatin binçavkirin

Li Riha, Qers û Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 12 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Qaxizmanê ya Qersê di serdegirtina gelek malan de 9 kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên ku hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emnîyetê ya Navçeyê û hinceta binçavkirinê jî çalakiya HPG’ê ya li dijî Qereqola Navendê tê nîşandan. 

RIHA

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê polîsên Tirk avêtin ser malan û Salîh Eraslan û Vedat Yenîlmez binçav kirin. Sedema binçavkirinan nehat gotin û Yenîlmez û Eraslan birin Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê.

AGIRÎ

Polîsan serê sibehê bi ser Taxa 14 Nîsana navçeya Giyadîna Agiriye de girtin û ciwanê bi navê Ferhat Demîr binçav kirin. Hat ragihandin ku Demîr ji ber dozek wî heye û ji aliyê dozgeriyê ve der barê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn hatiye binçavkirin. Demîr birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê.