'Operasyonên li Licê bi fermana AKP/Qesrê tên kirin'

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, operasyonên li Licê tên meşandin weke parçeyek ji plana AKP/Qesrê ya têkbirinê bi nav kir û xwest, operasyon derhal bên qedandin.

Li 39 gundên Licê, piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" deşt û zozan, çiya û gund ji aliyê balafirên şer û topavêjên artêşa Tirk ve tên bombekirin. Medya AKP'ê vê yekê weke 'operasyona esrarê bi nav dike', lê her devera Licê ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatiye talankirin û şewitandin. Hê jî bi helîkopteran leşker li herêmê tên bicihkirin. Li vê herêma hatiye qedexekirin, binpêkirina mafên mirovan di asta herî bilind de tê kirin.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, operasyonên li Licê tên meşandin weke parçeyek ji plana AKP/Qesrê ya têkbirinê bi nav kir û xwest, operasyon derhal bi dawî bibin. Di vî warî de Balûken bang li gelê Kurd û tevahiya raya giştî ya cîhanê kir. Balûken ji ajansa me re axivî.

'AKP TEVÎ BERMAYIYÊN ERGENEKONÊ HEWL DIDE VÎNA SIYASÎ YA GELÊ KURD TESFIYE BIKE'

Balûken da xuyakirin, desthilatdariya AKP'ê di dema dawî de li gelek bajarên Kurdistanê hovîtî kiriye û diyar kir, operasyonên li Licê hatin destpêkirin bi fermana desthilatdariya AKP'ê tên meşandin.

Balûken da zanîn, hikûmeta AKP'ê bi taybetî gelê li navenda bajaran dijî hedef digire û anî ziman, mayîna gelê Kurd a li cih û warên xwe, bi zora hikûmeta AKP'ê diçe. Îdrîs Balûken ragihand, hêzên dewletê dixwaze mîna salên 90'î li gundan û herêmên bejahî jî plana têkbirinê bimeşîne û got, "Di çarçoveya vê planê de eger li Licê encamekê bi dest bixe, wê AKP hewl bide gelek gundên Kurdistanê vala bike. Ev yek nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li vîna gelê Kurd, li daxwazên siyasî û civakî yên gelê Kurd nîşan dide. Desthilatdariya AKP'ê bi salan îdîa kir ku mexdûrê 28'ê Sibatê ye. Niha li Kurdistanê, tevî bermayiyên Ergenekonê dixwaze vîna siyasî ya gelê Kurd tesfiye bike.

Pêwîste operasyonên li Licê weke qonaxeke nû werin dîtin. Ya wê li Licê AKP encamê bigire, yan jî wê gelê Kurd xwedî li vîna xwe derkeve. Lewma ne tenê gelê me yê li Licê li ber xwe dide, divê hemû hêzên demokratîk ên li bajarê Kurdistanê jî nerazîbûnê nîşan bidin. Konsepta li hemberî me bêrehm e. Ne tenê gefê li jiyana mirovan dixwe; xwezayê talan dike, daristanan dişewitîne, xaniyan bi makîneyan xera dike."

'AKP WÊ NIKARIBE LI HEMBERÎ GELÊ AMEDÊ Û LICÊ BI SER BIKEVE'

Balûken bibîr xist, ku ne cara yekê ye êrîş li Licê tê kirin, di salên 90'î de êrîşên hîn dijwartir lê hatine kirin û destnîşan kir, ku aliyê di van êrîşan de têk diçe, ti carî ne gelê Licê ye. Balûken diyar kir, desthilatdariya AKP'ê hewl dide pêvajoyên dadgeriyê yên salên 90'î biparêze û anî ziman, çeteyên wê çaxê komkujî kirin, niha ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve careke din hatine wezîfedarkirin. Balûken got, "Destketiyên berxwedana Licê û encamên dîrokî li pêş çavan e. Mîna zîhniyeta di salên 90'î de komkujî kir, desthilatdariya AKP/Qesrê jî wê li hemberî gelê Amedê û Licê bi ser nekevin."

'EM Ê LI CEM GELÊ LICÊ, TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'

Balûken herî dawî ragihand, ku li Amedê pêvajoyeke çalakiyan a bênavber destpê kiriye û destnîşan kir, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta mirovên di mijara jiyana mirovan û xwezayê de hesas in, girîng e her kes li dijî operasyonên li Licê tên meşandin derkevin. Balûken diyar kir, weke Partiya Demokratîk a Gelan, em ê li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin û li cem gelê Licê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.