BI DÎMEN

Operasyonên li gundewarên başûr ên Minbicê dewam dikin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, operasyonên xwe yên ji bo rizgarkirina gundên li başûrê Minbicê didomînin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li bejahiya başûrê Minbicê duh gundekî din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Di şerê li vir de 14 çete hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê pêr danê sibehê ji gundên Etşan û Mekte El Hecer El Zixîr êrîş kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşê û şer derket. Di encama şerê li vir de gundê Eştanê ji çeteyan hat paqijkirin û 14 çete hatin kuştin.

Tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên li gund, gundik û li ser rêyan radikin û bi vî rengî pêşî li pêş ve çûna şervanan vedikin. Van tîmên pispor heta niha bi sedan mayîn rakirine.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li gundewarên başûr ên Minbicê her bi pêş ve diçin.

...