Operasyona Xazir bi dawî bû

Fermandarê pêşmergeyan ê li eniya Xazir Arîf Teyfûr diyar kir ku operasyona ku bi armanca rizgarkirina gundên herêma Xazirê dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Fermandarê pêşmergeyan ê li eniya Xazir Arîf Teyfûr diyar kir ku operasyona ku bi armanca rizgarkirina gundên herêma Xazirê dabûn destpêkirin, bi dawî bû.

Duh pêşmergeyan li herêma Xazir bi alîkariya balafirên Koalîsyonê operasyona rizgarkirina gundewaran dabûn destpêkirin. Têkîldarî operasyonê Fermandarê Pêşmergeyan ê li Eniya Xazir Arif Teyfur civîneke çapemeniyê li dar xist. Arif destnîşan kir ku operasyon bi dawî bûye û got ku derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistine.

Arif ragihand ku encama operasyonê wê ewlehiya Hewlêrê zêdetir bike û got; "Wê encama operasyonê ewlehiya Hewlêrê zêdetir bike. Di operasyonê de balafirên koalîsyonê roleke bi bandor lîstin. Her wiha pisporên wan jî li gel me bûn. Zêdetirî 130 kîlometreyan ji aliyê pêşmergeyan ve hat kontrolkirin û 15 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin. 140 çete hatin kuştin. 4 pêşmerge şehîd bûn. 34 pêşmerge birîndar bûn. 9 gund hatin rizgarkirin."

Fermandarê li Eniya Xazir yê Pêşmergeyan Arif Teyfur destnîşan kir ku pêwîst e niha welatiyên wê herêmê ji bo vegerê lez nekin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Pêwîst e welatî ji bo vegerê lez nekin, ji ber ku ji aliyê çeteyan ve gelek mayîn hatine danîn. Niha m hewl didin mayînan paqij bikin."