Operasyona rizgarkirina Tebqayê: Şervan di nava bajêr de bi pêş ve diçin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji aliyê rojava ve bi kîlometreyekê, ji aliyê rojhilat ve jî bi 500 metreyan ketine nava bajarê Tebqayê.

Operasyona rizgarkirina Tebqayê û Bendava Firatê, di roja 28. de ye. Şervanên QSD'ê ku roja 15'ê Nîsanê ketin nava bajarê Tebqayê, roj bi roj bi pêş ve diçin.

Li gorî agahiyên ji herêma operasyonê hatine bidestxistin, şervanên QSD'ê duh bi şev ji aliyê rojava ve bi kîlometreyekê, ji aliyê rojhilat ve jî bi 500 metreyan bi pêş ve çûne. Di şerê duh bi şev de 2 cenazeyên çeteyên DAIŞ'ê li naverastê hatin dîtin. Di şer de herî kêm 10 çete hatibûn kuştin.

Şerê li navenda bajêr dewam dike.