ANALÎZ

Operasyona Reqqayê û dema nû ya stratejîk...

Operasyona Reqqayê destpêka demeke nû û stratejîk e. Gelek hevsengî wê bişikên û rewşeke nû derkeve holê.

Operasyona Reqqayê ya cîhan li bendê bû, di 24'ê Gulanê de destpê kir. Ji bo destpêkirina vê operasyonê, ev demek bû amadekariyên leşkerî, siyasî û dîplomatîk dihatin kirin. Biryara dawî ya li ser operasyonê di nava meha Gulanê de hat dayîn. Di 19'ê Gulanê de hêzên leşkerî li herêmê hatin civandin û duh hat ragihandin, ku 'Operasyona Azadkirina Bakurê Reqqayê' destpê kiriye.

Operasyona Reqqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve tê meşandin. Pêkhateya herî mezin a QSD'ê şervanên YPG û YPJ'ê ne. Ekrar El Reqqa ya çend roj berê tevlî QSD'ê bû û ji şervanên Reqqayî pêk tê, tevî Lîwa Tehrîr roleke aktîf di operasyonê de dilîzin.

Hêzên koalîsyonê jî ji hewayê ve destekê didin operasyonê. Hejmara 50 leşekrên pispor ên Amerîkî yên beriya niha çûbûn herêmê hat zêdekirin. Di şeva 23'ê Gulanê de 250 leşkerên din ên pispor ên DYA'yî derbasî Rojava bûn.

Rûsyayê jî duh bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew amade ne piştgiriyê bidin operasyonê.

Operasyona Reqqayê wê beriya niha bi demekê bihata destpêkirin. Lê belê ji ber astengiya hikûmeta Tirk, hevdîtinên dawî yên Erdogan û Obama û hin sozên ji Tirkiyeyê re hatin dayîn, dereng ket. Di nava vê demê de hêzên operasyonê amadekariyên xwe her dewam kirin.

Ji bo pêşî li tevlîbûna QSD û YPG'ê bigire, Tirkiyeyê ji DYA'yê ragihandibû ku wê komên ji aliyê wan ve hatine amadekirin li hemberî DAIŞ'ê şer bikin. DYA dizanîbû ku ev plan pûç e û ji Tirkiyeyê re got 'temam'. Di nava mehek du mehan de careke din derket holê, ku komên Tirkiyeyê digot, 'em wan perwerde' dikin ji aliyê hêz û wesfê ve nikarin tiştekî bikin. Û êdî gotineke Enqereyê nema bibêje.

Projeya 'Perwerde bike-bi çek bike' ya hikûmeta Tirk bi DYA kir, bi temamî têk çû. Ji xwe DYA'yiyên di vê projeyê de karê perwerdeyê dikirin, dest ji vî karî berdan, derbasî Rojava bûn û niha li wir in. 

Fermandarê Hêzên Navendî yê DYA General Joseph Votel hefteya derbasbûyî çû Kobanê û bi fermandarên QSD û rêveberiya Rojava re hevdîtin kir. DYA'yiyan ji aliyê Rojava re ragihandin, ku têkildarî operasyona Reqqayê êdî mafê Tirkiyeyê yê gotinê nîne.

General Votel di vegera ji Rojava de, çû Enqereyê jî û biryara operasyonê ji mûxatabên xwe re ragihand. Votel ji aliyê Tirk re got, "Eger em nikaribin balafirgeha Încîrlîkê bi kar bînin, wê çaxê em ê balafirgeha li Rimêlanê bi kar bînin." Bi vî rengî, Rimêlanê qerta Tirkiyeyê ya Încîrlîkê pûç kir. Û ji bilî duaya ji bo biserneketina operasyonê, tiştek di destê hikûmeta Tirk de nema.

Ev operasyon, pêvajoyek e. Operasyona di 24'ê Gulanê de destpê kir, di nava demeke kurt de naqede. Rîskên siyasî û leşkerî yên vê operasyonê gelek in. Rêxistinbûyîna bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye formulekirin, bi taybetmendiya xwe ya siyasî û leşkerî ve modela yekane ye ku ji bo Sûriyeya Demokratîk bûye hêvî. Kurd Ereb û hemû hêzên etnîk û olî yên li herêmê di bin vê sîwanê de li hev civiyan e. Lewma paqijkirina Bakurê Sûriyeyê ji DAIŞ'e, wê vê hêzê veguherîne hêzeke Sûriyeyê ya bê nîqaş. Eşkere ye, di serî de Tirkiye gelek hêzên naxwazin rewşeke bi vî rengî derkeve holê, hene. Ji ber vê yekê bi pêşdeçûna operasyonê re wê êrîşên li hundir û derve jî zêde bibin. Bi taybetî, pêkan e ku hin komên ketine Rojava yan jî wê bikevin nava Rojava, wê bixwazin her şêwe êrîşan bikin. Girîng e di nava vê demê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tedbîr li hemberî êrîşên DAIŞ'ê werin girtin. DAIŞ wê hewl bide mîna komkujiyên Enqere û Pirsûsê, êrîşan bike.

Lê belê ev rîsk wê operasyonê hîn xurtir û bi leztir bike.

Operasyona Reqqayê wê ne tenê li herêma Reqqayê bê meşandin. Belê Reqqa navendeke girîng e û paqijkirina vê derê ji DAIŞ'ê wê bandorê li siberoja Rojava û Sûriyeyê bike. Lê belê Reqqa tê wateya 'Bakurê Sûriyeyê'. Bakurê Sûriyeyê jî tê wateya herêma Ji Reqqa heta Minbicê, ji wir heta bakurê Helebê yanî herêma Şebha, xeta Cerablûs-Azezê.

Hedefa destpêkê ya operasyonê 'Bakurê Reqqayê' ye. Ev der ji bajarokê Eyn Îsa yê 50 km li başûrê Kobanê ye, destpê dike û heta derdora bajarê Reqqayê dewam dike. Qonaxa destpêkê ya operasyonê bi vî rengî ye û ji sê baskan ve dewam dike.

Piştî ku ev der hat paqijkirin, yanî şervanên QSD'ê xwe gihandin Reqqayê, pêkan e ku rewşê ji nû ve binirxînin. Ji xwe şerê li bajêr xwedî karakterekî cuda ye. Lewma şervan wê di destpêkê de giraniyê bidin ser gund û bajarokên li bakurê Reqqayê. Di nava vê pêvajoya operasyonê de wê rewşa li navendên din ên Bakurê Sûriyeyê yên DAIŞ lê bi cih bûne, ji nêz ve were şopandin.

Operasyona Reqqayê ne tenê derxistina DAIŞ'ê ji Reqqayê ye, di heman demê de paqijkirina temamiya Bakurê Sûriyeyê ye. DAIŞ a ji Reqqayê bê derxistin, wê nikaribe xwe li Minbic û Cerablûsê bigire. Çarenûsa van herêman yek e. Berê yan jî piştre, wê bi hev re werin azadkirin. Taktîkên leşkerî yên vê jî, karê startejîstên leşkerî ye. Û ev yek wê tevî dijberiya Tirkiyeyê bê kirin. 

Ev pêngav wê heta mehên havînê dewam bike. Encamên vê, wê di destnîşankirina Sûriyeya nû de diyarker bin. Eger li gorî bendewariyan bi ser bikeve, DAIŞ bê şikandin, ji Bakurê Sûriyeyê û Rojava were derxistin, ev yek ji bo Tirkiyeyê wê bê wateya têkçûna li Sûriyeyê. Yanî wê ragihandina rewşa heyî be.

Ev rewş û qewimînên li Rojava û Sûriyeyê wê bandorê li şer û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê jî bike. Tê zanîn, Hikûmeta AKP'ê ji ber mijara Rojava li hemberî Kurdan şer îlan kir. Biryara şer a di 30'ê Cotmeha 2014'an de li MGK'ê li dijî Kurdan hat wergirtin, di meriyetê de ye. Têkçûna Tirkiyeyê li Rojava û Sûriyeyê, wê were wateya bi ser ketina Kurdan li Tirkiyeyê. Lewma ev rewş ji bo her kesî di asteke bilind de girîng e.

Operasyona Reqqayê destpêka demeke nû û stratejîk e. Gelek hevsengî wê bişikên û rewşeke nû derkeve holê.

Şêran dest bi nivîsandina dîroka xwe kirin, em ê bibînin bê çeqel wê çi bikin!