FLAŞ

Operasyona Reqayê: Wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin

“Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê” ya ji aliyê şervanên QSD’ê 24’ê Gulanê destpê kir, didome.

Li gundê Nimrûdiyê yê girêdayî Ên Îsa wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê beriya ku bigihêje armanca xwe, ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat teqandin.

Hate ragihandin ku piştî şervanên QSD`ê di operasyona rizgarkirina gundewarên bakurê Reqayê de gundê Nemrudiyê yê 6 km dikeve rojhilatê bajarokê Ên Îsa ji çeteyan rizgar kir, çeteyan saet di 17.40’an de hewl dan bi wesayîtek bomebarkirî êrîşî gund bikin.

Hate  diyarkirin ku beriya wesayîta çeteyan bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat teqandin.

Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li başûrrojhilatê Eyn Îsayê didome.