Operasyona Minbicê: Taxa El Benawî hat rizgarkirin

Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de destpê kir, li navenda bajêr dewam dike. Yek ji girîngtirîn taxên bajêr El Benawî hat rizgarkirin.

Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê di 1'ê Hezîranê de destpê kir, li navenda bajêr dewam dike. Yek ji girîngtirîn taxên bajêr El Benawî hat rizgarkirin.

Piştî şerê giran ê duh bi şev di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî, taxa El Benawî bi temamî hat rizgarkirin.

Taxa El Benawî cihekî stratejî e ku li başûrê navenda bajarê Minbicê û li rojhilatê taxa El Hezawne ye.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş ve diçin.