BI DÎMEN

Operasyona Minbicê di roja 55. de ye

Di çarçoveya operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi navenda bajêr ve her bi pêş ve diçin.

Ji bo xilaskirina çeteyên li navenda bajarê Minbicê li cihekî teng asê man e, çeteyan duh bi şev ji 3 baskan ve êrîşî cihê şervanan kirin.

Êrîşa çeteyan ji başûrrojava ve li hemberî gundê Oseclî, ji bakurrojava ve li hemberî gundê Zonxil û baskê sêyemîn jî ji aliyê başûr ve li dijî gundê Tîl Ûm Seracê hatin kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di cih de bersiv dan êrîşan û şer qewimî. Di encama vî şerê dijwar de êrîşên çeteyan hatin şikandin.

Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyên 14 ji wan di destê şervanan de man. Her wiha 2 maşînên çeteyan ên bombebarkirî hatin rûxandin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, piştî ku êrîşên çeteyan şikandin li herêmê dest bi karê lêgerîn û paqijkirinê kirin. Gelek çek û cebilxaneyên çeteyan li van herêman bi destê şervanan ketin.