Operasyon, bombebaran û tevgera hewayî

Tevgera hewayî, bombebaran û operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku tevgera hewayî, bombebaran û operasyonên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla bê navber dewam dikin.

Di vê der barê de navendê ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Ji saet 14:30 ê 3'ê Gulanê heta saet 08:30 ê 4'ê Gulanê (îro) li ser qada Şukê û xeta sînor a Avaşîn, bêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine. Ev tevgera keşfê li herêmên me yên gerîla zêde bûne. Li gorî vê yekê;

Di 3'ê Gulanê saet di navbera 12:00 - 18:30 de li herêma Zapê û xeta sînor, saet di navbera 13:00 - 15:00 de li qada Xaça Reş a Norşînê û Şehîd Mizgîn ên Bedlîsê, saet di navbera 11:00 - 14:00 de li qadên Deşta Rehva, Zozanê Şirînê û Girê Ziyaretê yên Tetwanê, pêgerên hewayî yên bê mirov ên atêşa Tirk keşif kirine.

Di 3'ê Gulanê saet di 12:00 de, ji Qereqola Bilican a li sînorê herêma Zapê ye û di bin kontrola artêşa T.C a dagirker de ye, komek ji 50 leşkerî li herêma di navbera Devê Masî û Girê Şehîd Mûnzûr derketine operasyonê. Di vê operasyonê de li qadê mayîn hatine teqandin û saet di 14:30 de leşker derketina Girê Şehîd Mûnzûr û ala Tirk daliqandine. Dûre saet di 18:00 de vê koma leşkeran xwe vekişandiye, lê komeke din li Girê Şehîd Mûnzûr maye. Saet di 18:30 de jî koma mayî alên xwe daxistiye, bi xwe re biriye û vekişiya ye. Artêşa Tirk bi van hewldanan re dixwaze rê li ber provokasyonan veke.

Heman rojê saet di 12:00 - 15:00 de ji Qereqola Bilicanê li hemberî qada Kepê Mirîşka bi tankan bombebaran hatiye kirin."