BI DÎMEN

'Ocalan Rêberê me hemûyan e; divê azad bibe'

Nûnerên gel ên li Dêrikê, nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û xwestin, ev tecrîda şidandî derhal bê rakirin.

Nûnerên gel dan xuyakirin, ku li Rojava bi felsefeya Ocalan jiyaneke hevpar hatiye avakirin û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin, ku bidin ser mijarê.

Nûnerên gelên Suryanî, Keldanî û Ereb ên li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dijîn, wateya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xwe, tecrîd û polîtîkayên AKP'ê ji ajansa me re nirxandin..

CEBRAÎL MESÛD: EM BI HER TIŞTÊN XWE, BI RÊBERÊ XWE RE NE

Cebraîl Mesûd da xuyakirin, ku nêrîna Ocalan nêrîneke pêşverû ya serketinê ye û got, "Di nêrîna Ocalan de cihêkarî di navbera gelên Ereb, Kurd, Suryanî hwd. de nîne. Rêbertî bi nêrîna xwe ve, yekîtiya navbera gelan daxifîne. Di nava sîstema Rojava ya bi nêrîna Rêbertî hat avakirin de, di navbera gelan de ti cihêkarî tine. Hemû gel tên naskirin û bi rengekî wekhev xizmet ji wan re tê kirin. Civaka me ya li Rojava bi felsefeya Rêbertî jiyana xwe ava dike. Weke gele Suryanî em dixwazin Serok Apo azad bibe." Mesûd destnîşan kir, ku ew bi her tiştên xwe bi Rêberê xwe re ne.

HAYAT ÎSA ABDULMESÎH: BI SEROK APO RE MIN DÎT KU JIN DIKARE AZAD BIBE

Hayat Îsa Abdulmesîh bal kişand ser keda Ocalan ji bo jinê dide û got, "Îro jin li her qada jiyanê cih digirin û gelek karî dikin. Lê berê rewş ne bi vî rengî bû. Jin berê nikarîbû ji malê derkeve. Niha derdikeve û li nava saziyan cih digire. Weke jineke Suryanî, bi nêrînên Serok Apo re min dîtk u jin dikare azad bibe. Weke jineke Suryanî ez bi Serok Apo re serbilind im." Abdulmesîh da zanîn, ku ji bo azadiya Ocalan çi ji destê wan bê ew ê bikin.

HASAN DEHAM: JI NÊRÎNÊN RÊBERTÎ DITIRSIN

Hasan Deham destnîşan kir, ku ew dîlgirtina Ocalan û tecrîda li ser wî qebûl nake û got, "Ev zext û zordariya li Rêbertî dike, ne ji ber bikaranîna çekê ye, ji ber tirsa ji nêrînên wî ye. Ji ber ku Rêbertî bi nêrîna xwe ve biratiya gelan dafirîne. Di nêrîna Rêbertî de mafê kesî nîne hikmê li vîna gel bike. Lewma Serok girtin û radest kirin. Ez bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û dewletan dikim, ku ji bo Rêbertî ji nava tecrîdê bê derxistin, dengê xwe bilind bikin. Rêbertî bi tenê azadiya gelan dixwaze. Lewma divê were berdan."

HAYSER MÛSA MOGA: HEMÛ GELÊN ROJAVA RÊBERTÎ NAS DIKIN Û JÊ HEZ DIKIN

Kayser Mûsa Moga got, "Em Katolîk in û ji gelê Keldanî ne. Bi eslê xwe ji Cizîra Botan in. Piştî komkujiyê em ji wir reviyan û hatin Dêrikê. Ji sala 1942'an û vir ve li Dêrikê dijîn. Min di sala 1988'an de nêrînên Serok Apo nas kir û ji hingî ve dipejirînim. Cîhan tev dizane nêrînên wî xizmetê ji mirovahiyê re dike." Moga da xuyakirin, ku eger gelên Suryanî, Keldanî, Ermenî û hemû gelên din ên Xiristiyan berê ji sedî 20 Rêbertî nas dikir, niha ji sedî 90 nas dikin û got, Bi saya nêrînên Rêbertî em jiyaneke hevpar ava dikin. Em bi hev re dijîn." Moga bang li raya giştî a cîhanê kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Ocalan şermezar bike û got, "Em dixwazin der barê rewşa Rêbertî de derhal agahiyê werbigirin. Di vê mijarê de bang li her kesî dkim ku dengê xwe bilind bikin." Moga herî dawî destnîşan kir, ku ew esareta Ocalan qebûl nakin û dixwazin derhal azad bibe.

...