Nûnertiya Moskow çû serdana DUMA’yê

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rûsiyayê, piştî vekirinê buroya xwe dest bi xebatê kir.

Di 10’ê Sibata 2016’an nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmên Rojava li Rûsiyayê hat vekirin. Duh heyetek ji nûnertiyê serdana Meclîsa DUMA ya Rûsî (Parlamentoya Rûsiyeyê), kir. Ev  serdan jî yekemîn serdana fermî ya nûnertiyê ye.

Di heyetê de Nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropayê Sînem Mihemed, Nûnerê Rêveberiyê yê Rûsyayê Rodî Osman, Cîgirê wî Reşad Bênav û Hevserokê Otonomiya Çandî ya Rûsyayê Ferhad Batîf cih girtin.

Li parlamentoyê jî, Serokê Partiya Rûsyaya Dadwer û Serokê Kombûna Parlamentoya Partiyê Sergei Mironov û Cîgirê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Rûsyayê Alexander Romanovic, di pêşwazîkirina heyeta rêveberiyê de amade bûn.

Sergei Mironov bixêrhatina heyeta Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku aliyê Rûsî derbarê nexşeriya çareseriya aloziya Sûriyeyê de, bi Rêveberiya Xweser re hemfikir e û wiha pê de çû: “Derbarê çareserkirina aloziyê de em bi we re heman fikirê parve dikin. Divê Kurd di danûstandinên Cenevre-3 de amade bin”.

Mironov di axaftina xwe de bal kişand ser rola Kurdan a aktîf a di şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê de û destnîşan kir ku girîng e kurd li Rojhilata Navîn xwedî rolek bin. Mironov got: “ Kurd hêzek e ku di asta Rojhilata Navîn de nayên paşguhkirin.”

Heyeta Rêveberiyê jî spasiya aliyê Rûsî kir û da zanîn ku rola partiyên dost û Meclîsa DUMA ya Rûsî di çareserkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina sîstemeke rêveberiyê ya federal û nenavendî ku mafê hemû pêkhateyê Sûriyeyê biparêze de, girîng e.

Di dawiya hevdîtinê de Serokê kombûna Parlamentoya Rûsyaya Dadwer Sergei Mironov xelatek pêşkêşî heyeta Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir.