Nûnerê SES'ê yê Agiriyê hate girtin

Nûnerê SES'ê yê Agiriyê Recep Altindag, bi îdîaya "endamê rêxistinê" ye hate girtin.

Li Agirî nûnerê SES'ê Recep Altindag duh êvarî hate binçavkirin. Piştî îfadegirtina Altindag a li Midûriyeta Polîsan a Agiriyê, şandin Dadgeha Bazidê. Piştî îfadegirtina dozgeriyê Altindag bi îdîaya "endamê rêxistinê" ye sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî bi heman îdîayê biryara girtina da û Altindag şandin Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê. 

Altindag berê jî di vegera "Konê Aştiyê" ya li hemberî operasyonên leşkerî ya li Bazidê hatibûn vedan de, hatibû binçavkirin. Piştî hatibû berdan, ji hêla Qaymeqamê Bazidê ve der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ew ji peywirê girtibûn.