Nûçeyên di çapemeniya Tirkan de ya ku ‘Teslîm bibin” derket ku mîzansen e

Dîmenên di medyaya Tirk de wek rengê “PKK’yî teslîm dibin” hatibûn serwîskirin, derket holê ku mîzansen e.

Dîmenên di medyaya Tirk de wek rengê “PKK’yî teslîm dibin” hatibûn serwîskirin, derket holê ku mîzansen e.

Derket holê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dîmenên ji aliyê çapemeniya alîgir û çapemeniya navendî ve bi şêwazê "Li Nisêbînê PKK'î teslîm dibin"  û wekî "serkeftinekê" nîşan dan mîzansen e. Di dîmenên ku li ser tevna civakî hatin parvekirin de kesên li erdê hatine dirêjkirin wê çawa poz bidin jî tê nîşandan.

Di dîmenan de leşkerek ala spî datîne li ser kesekî ku li erdê dirêjbûyî, leşkerê ku bi kamerayê ve dîmen dikişîne jî ferman dide. Leşkerê dîmen dikişîne, ji leşkerî din re bi destê xwe fermana "Wisa bimîne" dide piştre jî bi deng gotina "Ji dîmen derkevin" dide.