Nobeta Dadê ya li Wanê didome

Li Nobeta Dadê ya Wanê ku xizmên girtiyan didomînin, hate xwest ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin demildest bêne berdan.

Nobeta Dadê ya li Baroya Wanê ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyane û nayên berdan dest pê kiribûn di roja 46'emîn de didome. Xebatkarên Kargeha Hunerê ya Aryenê û lîstikvanên Şanoya Mencelê serdana malbatan kirin. 
 
Cevdet Bîlekçî yê bavê girtî diyar kir ku lawê wî Hakan ev 8 sal in girtiye ji ber berdana wî hatiye taloqkirin, serbest nayê berdan û xwest girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
Dayika Metin Uyar ê girtî Filiz Uyar jî da zanîn ji bo girtî bên berdan ew têkoşîna edaletê dimeşînin û dayik dadê dixwazin bila girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bêne berdan.