‘Nobeda Azadiyê ya ji bo Ocalan di roja 5. de ye’

Li Amedê ‘Nobeda Azadiyê’ ya ku bi daxwaza dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna di roja xwe ya 5. de dewam dike.

Ji ber sedemê pêkanîna tecîda ku ji 05’ê Nîsan 2015’an ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna û agahî jê nayê giritin, piştî hewldana darbeyê derbazî awayekî hê girantir bûye.

Çalakiya nobedê ya ku di pêşengtiya HDP, DBP û KJA’yê ku bi daxwaza dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 5. de dewam dike. Çalakiya nobedê ya ku li Koşûyolûyê tê li dar xistin Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçe û bajaran, hevşaredar, TSK û endamên KJA’yê û gelek kes beşdar bûn. Tevî ku çalakiya Nobeda ya ku li Parka Koşûyolûyê hatî lidarxitin çar dorê wê bi TOMA û polîsan hatiye pêçan jî gel bi vînekî berxwedên tawîzê nadin.

Li gel alên HDP’ê jî pankartên mîna “Dawî li tecrîda li Îmarliyê bînin” û “Ne darbeya sivîl ne jî darbeya leşkerî, demokrasiyek redîkal”di çalakiya nobedê de hatine daliqandin, tilîlî, helbestên Kurdî û dengbêj hatin guhdarkirin. Ciwana bi saetan li ber dengê helbestan govend gerandin. Di çalakiyê de dirûşmên mîna “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.

Piştî çalakiyê ji bo mîtînga ku wê roja Yekşemê ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdar bibe bê banga beşdariyê li her kesê hate kirin.