Nivîsandina peymana civakî ya federasyonê li ber qedandinê ye

Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, kêm maye nîqaşên xwe yên li ser peymana civakî ya federasyonê biqedîne. Çav li rê ye metna peymanê di demeke kurt de bê weşandin.

Komîteya amadekar a peymana civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, di civîna xwe ya sê rojan de destpêka pêşnûmeya sîstema federasyona demokratîk, pîvanên wê, hikumên li ser gelan û azadiyan kêm maye biqedîne. Li gorî agahiyên ji komîteyê hatin wergirtin, nîqaşên li ser rewşa dawî ya beşa avabûna sîstema federasyona demokratîk hînê dewam dike.

Endamên komîteya amadekar, ku Hevserokên Sîstema Federal a Demokratîk Hediye Yûsûf û Mansûr Sellûm jî di nav de ne diyar kirin, wan bi gelek derdoran re nîqaş kirine, pêşniyar û nêrînên wan wergirtine, metnên pêşniyar û pêşnûmeyan yek bi yek lêkolîn kirine û di çarçoveya jiyana hevpar a li ser esasê pîvana wekheviyê, azadî û demokrasiyê, pêşnûmeyeke giştî amade kirien. Endamên komîteyê dan zanîn, xebatên li ser pêşnûmeya giştî bi berfirehî dewam dikin û ragihandin, di civîna sê rojan de destpêka pêşnûmeya sîstema federasyona demokratîk, pîvanên wê, hikumên li ser gelan û azadiyan kêm mane bên qedandin.

Bi kongreya 16-17'ê Adarê ya li Rimêlanê re meclîsa damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatibû avakirin û tevî 2 hevserokan, meclîsek ji 33 kesan hatibû avakirin. Vê meclîsê di 23-24'ê Adarê de civîna xwe ya destpêkê li bajarê Dêrikê lidar xist û 4 komîteyên amadekirina peymana civakî, dîplomasî, çapemenî-weşand û çalakiya civakî, ava kir.

SÎSTEMA FEDERAL XWE DISPÊRE AZADÎ, DEMOKRASÎ Û BIRATIYÊ

Lokman Ehmê li ser komîteyên amadekar ên peymana civakî agahî da û diyar kir, bi partî û saziyên civakî yên sivîl re ji bo peymaneke civakî nîqaş hatine kirin, nêrîn hatine parvekirin, di encama vê de pêşnûmeyeke giştî derketiye holê û xebatên li ser vê pêşnûmeyê bi berfirehî dewam dikin.

Ehmê destnîşan kir, ku xebatên li ser vê pêşnûmeyê xwe dispêre biratiya gelan, wekheviya navbera zayendan, azadiya jinê û mafên demokratîk ên hemû gelên sîstema federal û got, "Gelên bi sedan salan hatin binpêkirin, niha di nava sîstema federal a demokratîk de bi vîna xwe ya azad cihê xwe digirin." Ehmê da xuyakirin, ku di bingeha vê sîstemê de parastina hevsengiya mirov û xwezayê heye û destnîşan kir, ku parastina xwezayê ji bo dewamiya hebûna mirovan pêwîst e.

PÎVANÊN PEYMANA CIVAKÎ

Çend ji xalên girîng ên di metna beşa Pîvanan a peymana civakî de cih digirin, bi vî rengî ne:

-Federalîzm ji takekesên azad û civaka rêxistinbûyî pêk tê. Di vê çarçoveyê de gel û civakên herêmî esas digire.

-Sîstema Federal ji qadên Rêveberiya Xweser û Demokratîk lê ava bûye, pêk tê. Ev rêveberî jî xwe dispêre nirxên bawerî, civakên etnîkî, jin û çandê.

-Sîstema Demokratîk a Federal bi gel û civakê rewa ye û vê yekê jî bi rêya hilbijartinê pêk tîne.

-Di nava Sîstema Federal de zimanên hemû gelan di asteke wekhev de ne. Her gel li qadên civakî, rêveberî, perwerde û çandê, zimanê xwe bi rengekî wekhev bi kar tîne. Hemû gelên di nava Sîstema Federal de dijîn, jiyan û rêxistinbûyîna xwe bi zimanê xwe dikin.

-Armanca Sîstema Federal avakirina civakeke demokratîk ekolojîk e. Pêşî li xisara mirov dide xwezayê digire.

-Sîstema Federal avakirina dewleteke nû danîne pêşiya xwe. Xwe dispêre neteweya demokratîk û civaka rêxistinbûyî. Biçûkkirina dewletê ji xwe re dike armanc.

-Federasyon bi armanca jiyana hevpar û ruhê biratiya navbera gelan ve, di çarçoveya neteweya demokratîk de sîstemeke wekhev û azad demokratîk a navbera koman esas digire.

-Di nava civakê de azadiya jinê û wekheviya navbera her du zayendan pêk tîne.

-Ciwanan weke hêzeke aktîf a civakê dibîne û li hemû qadan tevlî jiyanê dike.

-Sîstema Demokratîk a Federal, pîvana em ava xwe, axa xwe û enerjiya xwe bikin komun, esas digire.

...