Nisêbiniyan dest bi vegera navçeyê kirin

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî ji bilî taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdîn û Kişlayê qedexe qismî hate rakirin, gel dest bi vegera navçeyê kir.

Piştî ku li navçeya Nisêbînê ji bilî taxên Abdûlkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynel Abîdin û Kişlayê qedexe bi roj hate rakirin welatiyan berê xwe dan navçeyê, di têketina navçeyê rêzên wesayîtan ên dirêj çêbûn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adarê de hatibû îlankirin bi qismî hate rakirin, welatiyan berê xwe dan navçeyê. Di têketina navçeyê de wesayîtan rêzên dirêj pêk anîn. Wesayît yek bi yek ji lêgerînê tên derbaskirin û piştre derbasî navçeyê dibin.

Her wiha polîs di destên xwe de lîsteya lêgerînê ve kontrola nasnameyan dikin û piştre destûra derbasbûyinê didin welatiyan.