Nisêbînî ji bo vegerê dilezînin
Piştî ku "qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ji ser çend taxan hat ragirtin, Nisêbîniyan berê xwe dan cih û warê xwe.
Piştî ku "qedexeya derketina derve" ya li Nisêbînê ji ser çend taxan hat ragirtin, Nisêbîniyan berê xwe dan cih û warê xwe.
"Qedexeya derketina derve" ya di 14'ê Adarê de li Nisêbînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat ragihandin, piştî 134 rojan li hin taxan hat rakirin. Piştî vê rakirinê, Nisêbîniyan berê xwe dan cih û warê xwe û ji bo vegere dilezînin.
Vegera Nisêbîniyan dewam dike. Hêzên dewleta Tirk, wesayîtên li Nisêbînê vedigerin kontrol kirin û li nava wan digerin.