Newroza Qendîl bi gerandina govendê dawî bû

Newroza Qendîl a bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ demxeya xwe li rojê da, bi gerandina govendê ya li ber stranan dawî bû.

Newroza Qendîl a 2023’an a bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ bi tevlîbûna hezaran xelkê ji çar parçeyên Kurdistanê li Binarê Qendîlê hatibû destpêkirin bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û gerandina govendan bi dawî bû.

Di dewama pîrozbahiyê de hunermend Adil Hewremî û Firmêsk derketin ser dikê. Girseya gel li ber stranên hunermendan govend gerandin. 

Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ mohra xwe li pîrozbahiyê da.

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê dawî bû.