BI DÎMEN

Nevîn û Osman perwerdeya bi Kurdî dixwazin

Li Rojavayê Kurdistanê her du diçe daxwazên zimanê zikmakî yên xwendekar û malbatan zêde dibin. Li gundên Rojava yên mamoste lê kêm in, xwendekar dixwazin bi zimanê zikmakî bên perwerdekirin.

Li Rojava her ku diçe daxwazên zimanê zikmakî yên xwendekar û malbatan zêde dibin. Li Rojava ku 2 sal in perwerdeya zimanê zikmakî dest pê kiriye, xwendekar li gundên ku mamoste lê nîn in, daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî dikin. Xwişk û birayên li gundê Lîzga ya girêdayî Zerganê ji ber perwerdeya bi zimanê zikmakî nabînin naxwazin biçin dibistanê. Xwişk û birayên bi navê Nevîn û Osman, ku ji ber perwerdeya zimanê zikmakî nabînin naxwazin biçin dibistanê, tevî ku her roj 5 kîlometreyan dimeşin û xwe digihînin gundê Mirêkis jî ji ber perwerdeya zimanê Kurdî nastînin bi gazin in.

Nevîn û Osman ku daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî dikin, tevî ku her roj ji bo dibistanê 5 kîlometreyan dimeşin jî gazincan ji ber perwerdeya zimanê Kurdî nîne dikin. Dayik Boseyma piştî got, nêzî 20 xwendevanên diçin dibistanê hene û pêwîst e bi zimanê xwe bên perwerdekirin, got; “zarokên me ji ber perwerdeya Kurdî nabînin êdî naxwazin biçin dibistanan.”

Nevîn ku di nav çar zarokên malê de ya herî biçûk e, tevî temenê xwe jî li dijî kesên ku ji Rojava revîne dibêje, “ez ê neçim cihekî din, ez ê li ser axa xwe bim.” Nevîn a ku yek ji mînakên herî xweşik a zîlên şoreşa Rojava ye, qasî têgihiştin û hezkirina welêt, bi dengê xwe yê xweş jî gelek stranan dibêje.

TOVÊN ŞOREŞÊ ZÎL DAN

Wek her zarokên li Rojava, balkêşiya jiyanên Nevîn û Osman jî zêde ne. Dema li Rojava şoreşê dest pê kir, Nevîn yek salî bû, niha gihiştiye 6’an, birayê wê Osman jî 10 salî ye. Beriya şoreşê, zêdetirî 20 malên Êzidî û nêzî vê jemarê jî karker li gund hebûn, lê niha tenê 2 malbat mane.

Dema em ji xebatek li qada Zerganê vedigeriyan me li gund serdana malê kir. Hevrêyê min got, “em çayekê vexwin, tu yê jî ew Nevîna biçûk a dengxweş û hezkiriya welêt bibînî.” Me berê xwe da mala li gundê Lîzga ya 10 kîlometreyan li bakurê Zergan e. Hê ji pêşwazîkirina germ me fêm kir ku Nevînê li gor wî laşê xwe yê biçûk gelek tiştan li cem xwe dihewîne. Ji ber hevrêyê min dinasî û tevî ku dayika wê ne li malê jî bû, bi germahî em pêşwazî kirin, dawetî têrasê kir. Piştre birayê wê Osman û dayika wê Boseyma jî hatin. Bavê Nevînê ji ber di nav xebatên saziyan de cih digire, me hevûdu nedît.

‘EM DIÇIN DIBISTANÊ, LÊ TIŞTEKÎ FÊM NAKIN’

Di sohbeta xwe de em pirsa halê wan dikin. Dayik Boseyma ji ber zarokên wê bi zimanê zikmakî perwerdeyê nabînin bi gazinç e û dibêje, “êdî Osman naxwaze biçe dibistanê.” Nevîn gotinên dayika xwe temam dike û dibêje, “ez bi zimanekî ku jê fêm nakim perwerdeyê dibînim. Dixwazim bi zimanê xwe bêm perwerdekirin.” Zêde cih ji axaftinê re namîne. 2 sal in li Rojava sepanîna perwerdeya zimanê zikmakî didome. Li gor sala bihurî gelek dibistanên nû vebûn, lê hê mîna Nevîn û Osmanan hê gelek xwendevanên bi pêdivî hene. Dayik Boseyma radigihîne ku “zarok her roj bi neçarî diçin dibistana li gundê Mirêkis ku 5 kîlometreyan dûrî me ye. Ji ber perwerdeya Kurdî jî nîne, zarok di perwerdeya Erebî de zehmetiyê dikşînin û naxwazin biçin dibistanê. Ji gundên derdor bi giştî nêzî 20 xwendevanên tên dibistanê hene. Diviyabû ku mamosteyek bidana vir. Lê heta niha ev pêdivî bi cih nehatiye. Hate gotin ku wê bi bersivek erênî li wan vegerin. Lê hê me ti encam negirtiye.”

BEDENÊN KU BI ŞOREŞÊ ZÛ MEZIN BÛNE

Li Rojava ku Şoreş dikeve sala 5’emîn, gelek tişt qewimîn. Di pêvajoya jinûve avakirinê de jî hewl tê dayîn ku gelek tişt bên rêkûpêkkirin. Şoreşa Rojava bi van milên xwe ve di civakê de serobinkirinek çêkir. Bi tevlîbûna ji her beşên civakê ve, şoreş bû vejîn, şîn bû, bû têgihiştin û îrade. Pêşketina mezin a di qada civakî de jî ew pêşketin e ku li gel xebatên jin û ciwanan, di cîhana zarokan de afirand. Zarok bi eleqeyek mezi nêzî cil û bergên xwe, nîşaneyên xwe yên serkeftinê, hêzên xwe yên xweparastinê û xweparastina xwe dibin. Di vî milî de bi sozên “dema mezin bûm, ez ê tevlî YPG’ê an jî YPJ’ê bibim”mirov dikare bi hêsanî bedenên ku bi şoreşê mezin bûne bibîne.

Nevîn a 6 salî û birayê wê Osman ê 10 salî ji wan zarokan e ku şoreşê ew zû mezin kirine. Dayik Boseyma mîna ezmûnekê pirsan li Nevînê dibarîne û dibêje “Em ê biçin Elmanyayê”. Li ser vê Nevîn bersiv di bêrîkê de dibêje, “”Ez li vir bimirim jî naçim Elmanyayê.” Li ser pirsên dayika Boseyma, Nevîn bersivên mîna, “Ez Kurd im dixwazim bi zimanê xwe bêm perwerdekirin. Rêberê me Apo ye.” Nevîn, gelek helbestên bi Kurdî ji ber kiriye, bi dengê xwe yê xweş jî çend stranan ji me re dibêje. Piştî ku me qehweyên xwe vexwarin û li konsera biçûk a Nevînê guhdar kir, em dîsa dikevin rêya xwe.