Nerse yê li Cizîrê hat qetilkirin ji aliyê dehhezaran ve hat defnkirin

Cenazeyê Hasan Nerse yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi tevlîbûna dehhezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Hasan Nerse yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin bi tevlîbûna dehhezaran kesan hate definkirin. Bavê Nerse Hacî Nerse di merasîma cenaze de axivî û got: "Kurê min ji gelê Kurd re feda be. Yên kurê min bi hovane qetil kirin wê rojekê hesab bidin. Em dest ji doza xwe bernadin."

Cenazeyê ciwanê bi nav Hasan Nerse (17) yê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polisan ve hat înfazkirin bi tevlîbûna dehhezaran li Goristana Ş.Bêrîvan hate definkirin. Cenazeyê Nerse piştî karên otopsiyê yên li Amedê bi konvoyeke qelebalix anîn Cizîrê. Cenazeyê Nerse li Kolana Îdîlê ji aliyê dehhezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Girse bi dirûşman heya Çarrêyê meşiya. Girse li vir ber bi Kolanan Nuseybînê ya Nerse lê hat qetilkirin ve meşiya. Dema cenaze anîn navçeyê polîsan bi dehan bombeyên gazê avêtin rêya ku cenaze wê têde derbas bibe. Lê di dema meşê de ti polîsek jî li holê tinebû.

Piştî girse gihişte nuqteya Nerse lê hat qetilkirin dirûşma, "Tolhildan" hat gotin. Piştre girseyê cenazeyê Nesre bi meşê bir Goristana Asrî ya Cizîrê û li goristanê hat definkirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku Hasan Nerse ciwanekî Cizîrê bû û ji aliyê polîsan ve bi hovane hat qetilkirin û wiha got: "Heke welatiyên sivîl gulebaran bikin û birîndaran destên wan paşve kelepçe bikin û li erdê li benda mirina wî bisekinin înfaz nebe gelo çi ye? Hikûmeta AKP'ê ji bo tena serê xwe bibe desthilatdar mirovan qetil dike. Hişmendiyeke wisa wê çawa li welat bibe desthilatdar û welat bi rê ve bibe."

'YÊN KURÊ MIN BI HOVANE QETIL KIRIN WÊ HESAB BIDIN'

Bavê Hasan Nerse Haci Nerse jî got kurê wî ji aliyê polîsan ve bi awayekî hovane hate înfazkirin û ew vê yekê qebûl nakirin û wiha got: "Kurê min ji gelê Kurd re feda be. Yên kurê min bi hovane qetil kirin wê rojekê hesabê bidin. Em dest ji doza xwe bernadin."