Necmedîn Kerîm: Li Kerkûkê nîv milyon penaber dijîn

Waliyê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ragihandin ku sebra Kerkûkiyan li beramberî koçberên Ereb heta cihekî ye.

Îro bi boneya 119’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî li bajarê Kerkûkê aktivîteyek hat lidarxistin. Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji peyamek pêşkêş kir. Di peyama xwe de Kerîm bal kişand ser rewşa koçberên Iraqê yên li Kerkûkê û wiha got: "Sebra Kerkûkiyan li dijî koçberên Ereb heta cihekî heye."

Necmedîn Kerîm wiha pêde çû: "Îro barekî gelek giran ketiye li ser bajarê Kerkûkê. Ji ber ku niha li Kerkûkê nîv milyon koçber hene. Hinek ji van koçberan welatiyên wan navçeyan e ku navçeyên wan ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Lê belê ev koçber, hê jî venegeriyane. Ji ber wê xelkê Kerkûkê gelek zehmetî dît û derman, elektrîk û hemû tiştên xwe li gek koçberan par ve kirine. Ez spasiya xelkê Kerkûkê dikim ji bo karê wan. Lê belê sebra xelkê Kerkûkê wiha nadome."

Kerîm di dewama axaftina xwe de bang li hikûmeta navendî jî kir û wiha got: "Em daxwaz ji hikûmeta navendî dikin ku di demeke nêz de çareseriyekê ji bo vegera van koçberan bibînin ji bo vegerin navçeyên xwe. Pêwîst e em mijarên olî û mezhebî bidin aliyekî û pêwîst e ev xelkên han vegerin cihên xwe."

Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bal kişand li ser qezaya Hewîce ya di destê DAIŞ'ê de û wiha got: "Nîvê Parêzgeha Kerkûkê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Navçeya Hewîce di destê wan de ye û xelkên navçeyên din jî, ji tirsan cihê xwe berdidin û direvin bajarê Kerkûkê. Ji van 30 mal dibe xelkê Kerkûk bin û erkê me ye ku em xizmetê ji bo wan bikin. Lê belê dûrketina rizgarkirina Hewîce ne di xizmeta Iraqê de ne ji di xizmeta Kerkûkê de ye."

'HIKÛMETA IRAQÊ TI ALÎKARIYA KERKÛKÊ NAKE'

 Kerîm wiha got: "Ligel zêdebûna hejmara koçberan lê belê heta niha hikûmeta Iraqê ti alikariyek li gel Kerkûkê nekiriye, ger bike jî gelek kêm e û mirov şerm dike behs jî bike. Ew kesên ku xwe wek nûnerên koçberan didin diyarkirin axaftinên ne rast dibêjin li ser Kerkûk û li ser pêşmergeyan, li rexmê ku Kerkûkiyan mêvanperweriyeke baş ji bo koçberan daye nîşandan."

Di dawiya axaftina xwe de Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxwaz ji hikûmeta Iraqê, bi taybet ji Serokwezîr Heyder Ebadî kir ku temaşeyî bajarê Kerkûkê bike û alîkariya bajarê Kerkûkê bike.