Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê şaşitiyek sererast kir

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, şaşitiyeke xwe ya der heqê şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî Bedrettîn Akdenîz (Ekîn Înca Mihemed) ê di dema Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li qada Mebrûka jiyana xwe ji dest da, sererast kir.

Di daxuyaniya li ser mijarê de navendê got, "Me di 26 Gulana 2015'an de nasnameya çar şehîdan ragihand bû. Di nava 4 hevrêyan de şaşitî di nasnameya şehîdekî de çêbûye. Rêhevalê me Ekîn Înca Mihemed me nivîsan dibû ku ji partî ya (MLKP) ye lê ew ne ji wê partiyê ye. Ew bi xwe ji Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî MLSPB ye. Em bi navê Ragihandina YPG lêborîna xwe ji tevahî gelê xwe dixwazin."