Navçeya ku piştî ragihandina xwerêveberiyê hatî hilweşandin: Sûr

Li Sûrê ku qedexeya herî domdirêj a cîhanê li ser hatî ragihandin, di van 6 salên dawî de gelek tişt hatin jiyîn. Beriya her tiştî raçîna dîrokî û civakî ya Sûrê hate hilweşandin.

Îro salvegera qedexeya derketina derve ya li Sûrê ye ku dewleta Tirk piştî ku xwerêveberî li Sûrê hatî ragihandin bi cih anîbû.

Sala 2015'an piştî ku li Sûra Amedê xwerêveberî hatibû rahihandin li şeş taxên Sûrê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û navçeya Amedê Sûr bi tang û topan hatibû hilweşandin.

Piştî berxwedana ku 103 rojan dom kirbû, şeş tax hatin dagirkirin û pêvajoya hilweşandina taxan dest pêk ir. Bi avakirina nû ya navçeyê ku li raçînka wê ya dîrokî û çandî nayê, hêlên demografîk a navçeyê hate hilweşandin .Ji 6 taxan tenê kavil man.

2016'an piştî Adarê avaniyên nû hatin çêkirin lê ti têkiliya van avaniyan bi raçîna wê ya berê ya dîrokî re nebû.

Tax pêşkêşî mitahidên AKP'yî kirin û avaniyên bi rengê girtîgehan hatin avakirin. Kesên ku mecbûr man ji taxan derkevin li navçeyên din ên bajêr belav bûn û bi vêre avaniya sosyolojîk û demografîk a bajêr guherî.

RAGIHANDINA XWERÊVEBERIYÊ

Dewleta Tirk bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbeyna salên 2012-2015'an de pêvajoya diyalogê da destpêkirin lê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan mase da erdê û pêvao qediya. 

Di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de piştî ku Erdogan bi serê xwe nebû desthilat, fatoreya vê li Kurdan hate birîn.

Li ser hev bombe teqiyan, êrîşan nîjatperest zêde bûn, girtiyên girseyî çêbûn û şerê giştî yê dijî Kurd bi çarçoweya plana ''hêrifandinê'' hate sazkarkirin.

Gelê Kurd jî dît ku provayên siyasî û qirkirina fizîkî li ser wan tê kirin, bi xwerêveberiyê hewl da ku qadên xwe biparêzin.

PÊŞÎ LI GIMGIMÊ XWERÊVEBERÎ HATE RAGIHANDIN

Li dijî êrîşan Kurdan ji bo xwe, çand û azadiya xwe biparêzin xwerêveberî ragihandin. 

Pêşî 13'ê  Tebaxa 2015'an li Gimgimê ya Mûşê xwerêveberî ragihand. Meclîa Bajêr a Gimgimê diyar kir ew naxwazin ku ji hêla dewletê ve werin rêvebirin û xwerêveberî ragihand. Dewleta Tirk bi êRîşan bersiva da.

Piştî Gimdimê Farqîn, Sûr, Cizîr, Silopya, Şirnex, Hezex, Nisêbîn, Kerrboran, Gever û Baxlarê xwerêveberî ragihand. Kurdan êdî nedixwestin ku ji hêla dewleta Tirk ve werin rêvebirin, dixwestin ku ew xwe rê ve bibin.

LI SÛRÊ XWERÊVEBERÎ

Li bajarên ku xwerêveberî hatî ragihandin dewleta Tirk demildest qedexeya derketina derve radigihand û xasma jî li Sûriyê ev qedexe hê jî didome.

Piranî eynî demê xwerêberî hate ragihandin. Li Farqîn û Sûrê 15'ê Tebaxê hate ragihandin û piştre 'qedexeya derketina derev' li ser wan hate danîn.

Qedexeya herî domdirêj li ser Sûrê hate danîn.

Dema ku Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28'ê Mijdara 2015'an li ber Mînareya Çarling hatî qetilkirin qedexeya derketina derve hate ragihaidn û piştî wê bi rojekê ev qedexe hate rakirin. Ji bo ku gel mal û taxên xwe berde qedexe hate rakirin û 2'yê Kanûnê dîsa hate ragihandin, ji wê rojê û wir ve didome.
Ev 6 sal in li 6 taxên Sûrê 'qedexeya derketina derve' didome.

BI TENG Û TOPAN ÊrÎŞ ANÎN

Li Sûrê ku qedexeya herî domdirêj a cîhanê li ser hate bicihanîn di van 6 salan de geek tiş hatin jiyîn.

Piştî ku bi pêşengiya gel xwerêveberî hate ragihandin dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş anîn ser.

Piştî ragihandina xwerêveberiyê di nav 4 mehan de taxên Fatîhpaşa, Hasirli, Dabanoglu, Savaş, Cevatpaşa, Cemal Yilmaz bi tang û topan, bi çekên giran û bombebaranê hatin hilweşandin .Sûra ku xwedî dîroka bi hezaran salan bû bi erdê re kirin yek û kavil kirin.

Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu pesnê xwe bi vê kavilgehê ku berhema wan bû anî, gotibû, ''Em ê Sûrê bikin Toledo. '' Li Sûrê sivîl jî di nav de bi sedan kes hatin qetilkirin.

'ENCAM WÊ BÊHEMPA BE'

Li Sûriyê ku dewleta Tirk bi hezaran  tîmên taybet, polîs û leşkerên xwe û çeteyên DAÎŞ'î ketibûyê tenê 300 YPS'yî hebûn û ev bi kesên ku hatin tehliyekirin û şehîd bûn man bûne 50.

Kêmbûna hijmarê jî êrîşên dewleta Tirk kem nekir, berevajî balafirên şer ên F-16 li ser navçeyê firandin. Hemû avaniyên dîrokî û malên misteqil bûne hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê. Li dijî van êrîşên dewleta Tirk li ser navê YPS'ê Çiyager wiha gotibû: ''Çi dibe bila bibe wê encam bêhempe be!''

LI NAVÇEYA KU HATÎ HILWEŞANDIN TOKÎ HATE AVAKIRIN

Piştî ku Sûr bi temamî hate valakirin bi qemyonên harfriyatê ketin 6 Taxên Sûrê, cerdavanên ku ji Amedê û derdorê anîb3un ketin Sûrê û malb û milkê gel taan kirin. Firaxên malên, derî-pencere û kevirên dîrokî dizîn û firotin.

Şêniyên Sûrê ku malên wan xira bûn ji mecbûrî koçî herêmên din kirin.     Şêniyên Sûrê ku bi dehan salan li wir bûn bi carekê re xwe li avahiyên bilind, li TOKÎ'yan dîtin ku têkiliyên cîraniyê nebûn.

Dema ku malê wan hate hilweşandin ji wan re gotibûn wê ji TOKÎ'yan xaniayan bidin wan, bi ser de bi gotina nirxê malên ku wê bidin wan ji yê malên wan ê hilweşiyayî zêdetir e pere ji wan hatibû standin. Hem xaniyên wan ji dest wan hatin standin û hem jî di ber pereyan de malên nû firotin wan.