Nasnameyên 4 gerîlayên ku li Qadên Parastina Medyayê Jiyana xwe ji dest dan hate ragihandin.

Nasnameyên 4 gerîlayên ku di êrîşa artêşa Tirk a 19-20’ê Sibatê de li Qadên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dan hate parvekirin.

Nasnameyên 4 gerîlayên ku li Qadên Parastina Medyayê Jiyana xwe ji dest dan hate ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Çapemeniyê (HPG-BÎM) ya Hêzên Parastina Gel (HPG) artêşa Tirk di navbera 19-20’ê Sibatê de Şikefta Birîndaran, Çiloyê Piçûk, Kokerê, Çemço û Kanî Sarkê yên herêma Zapê;  bi ser mintiqeya Mervanis a qada Avaşînê; Mintiqeya Dola Şivê û dergora girê gundê Sêgirê yê girêdayî Duhok a Amediyê de bombe kir.
Di encamê de gerîlayên bi navê xwe Bawer Xebat (Giyasettîn Gur) hevrê Firaz (Berzan Îmdat), Hêlîn (Megrîcan Atsiz) û Raperîn (Torîn Sevîşoglu) jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandina HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got:

 ‘HEVRÊ BAWER BÛ KEDKARÊ ŞOREŞÊ’’

‘’Beriya niha me par ve kiribû ku dewleta Tirk 19-20’ê Sibatê qadên me yên Parastina Medyayê pir zêde bombe kiribû. Ev bombekirin bi ser Şikefta Birîndaran, Çiloyê Piçûk, Kokerê, Çemço û Kanî Sarkê yên herêma Zapê;  bi ser mintiqeya Mervanis a qada Avaşînê; Mintiqeya Dola Şivê û dergora girê gundê Sêgirê yê girêdayî Duhok a Amediyê de hate kirin. Ev bombekirina zêde bi giştî hate pûçkirin lê belê yekîneyeke me ya gerîla ya ji 4 kesan pêk tê ku li ser peywira xwe bûn, di êrîşa van bombeyan de şehîd bûn.

Em 4 Gerîlayên xwe yên şehîd bûne, di serî de fermandarê xwe Bawer Xebat (Giyasettîn Gur) hevrê Firaz (Berzan Îmdat), Hêlîn (Megrîcan Atsiz) û Raperîn (Torîn Sevîşoglu) bi hurmet û minet bi  bîr tînin û sersaxiyê didine malbatên wan ên nirxdar.

Hevrê Bawer hê zû tevgera azadiyê nas dike, di salên zanîngehê de dest bi xebatan dike, di wê demê de ku li dijî Rêber Apo komploya navdweletî hate pêkanîn, zexmtkirin tevlî gerîla dibe û dibe xwedî helwesteke ku li dor Rêber Apo xwe dipêçe. Di pratîka têkoşînê ya 18 salan de weke milîtanekî fedaî û şervan hemû peywirên xwe bi berpirsyarî bi cih anîye, bi enerjiyeke zêde ji li Qadên Parastinê yên Medyayê, li Dêrsimê û metropolên Tirkiyê, li qadeke wiha berfireh li diî dijmin têkoşîn û şer birêxistin kiriye.

Hevrê Bawer ku bi helwesta xwe ya fedakar bûye kedkarê şoreşê, bi hilberandinê afirandina a herî baş û herî xweşik weke prensîbên sereke yên pîvana exlaqî û jiyana Apoyî ji xwe re weke esas daniye. Hevrê Bawer ku bi van taybetmendiyên xwe fermandarbûna pêşeng zexm kiriye û bi helwesta xwe ya milîtanî, bi rastiyên xwe yên îdeolojîk bûye mînaka herî xwerû ya jinê, dilnizmûn û derwêşbûnê.

Hevrê Bawer ku bi moralê ku qet jê kêm nedibû, bi coşî û kelecaniya xwe kêfxwşî dida dora xwe, hezkirina li Botan û Kurdistanê ku jê difûriya di dilê xwe de neqş dikir. Hevrê Bawer mîlatakî wiha mînak e ku Kurdistan û gelê Kurd çi qasî pê şanaz û serfiraz be wê her kêm e.

 ‘HEVRÊYÊN ME RAPERÎN, HÊLÎN Û FIRAZ NÛNERÊN BIJARTE YÊN FEDAIYÊN APOYÎ NE’

Hevrêyên me Raperîn, Hêlîn û Firaz jî bûne nûnerê herî bijarte ên milîtaniya fedayî ya Apoyû ku dilê wan bi evîna şoreşa Kurdistanê difûriye, xwe perwerde dikirin û xwe ji bo peywirên mezin amade dikirin.

Ew mînakên herî dilêr, herî xweşik ên Kurdistanê ne ku bi têkoşîna PKK’ê bûne û mezin bûne.

Di jiyana wan têkoşîna şoreşgerî de bûne xwedî wê azweriyê ku bi Rêber Apo yên diyarker û rêber e bibin hevrêyên rast.

Di serî de me sersaxiyê didine malbatên çar hevrêyên xwe û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz, em sond dixwin ku bi rihê fedayî yê tolhildêr em ê xwedî li armancên wan derkevin û bibin layiqî wan û her girêdayî wan bin.

Navên hevalên me yên ku şehîd bûne wiha ne: 

Nasnav: Bawer Xebat
Nav û paşnav: Gıyasettin Gur
Cihê ji dayikbûnê : Colêmerg
Dayik û bav: Xane - Şeref
Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Firaz Amed
Nav û paşnav: Berzan Îmdat
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik û bav: Siddika - Aydîn
Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Helîn Xweza
Nav û paşnav: Megrîcan Atsiz
Cihê ji dayikbûnê: : Mêrdîn
Dayik û bav: : Remziye - Abdulhalîm
Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Raperîn Doga
Nav û paşnav: Torîn Şevîşoglu
Cihê ji dayikbûnê: : Şirnex
Dayik û bav: : Hanim - Serhat
Dem û cihê şehadetê: 19 – 20 Sibatê 2017 / Qadên Parastinê yên Medyayê