Nasnameyên 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameyên 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameyên 27 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. 

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Dema mirov li xeleka şehîdan a PKK'ê binêrin, dibînin ku her yek ji wan bûne sedema pêngavek ber bi pêşerojê ve. Şehîdên me, ji ber ku di şert û mercên herî zehmet û bêeman de Rêbertî fêm kirin, bi vî rengî berê xwe dan pratîkê û dilsoziyeke têgihiştî ya îdeolojîk nîşan dan, destana vejînê ya Kurd li dîrokê nivîsandin. Ji ber ku wan dizanîbûn divê çawa were jiyîn û xwedî jiyana bi wate bûn. Mirovên mezin bûn ku bi awayekî rast dijiyan û jiyan afirandin. Şehîdên me, weke abîdeyên manewî û berxwedana bingehîn a dawî li herikîna serberjêriyê anîn, di roja îro de jî bi serbilindî li ber serê me, weke hêza me ya manewî û fermandarên me disekinin."

Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî dewam kir:

"Weke Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku mîna meşaleyekê li dora rastiya şehîdan bicivin. Bi xwedîderketina li mîrateya wan ji me re hiştine re, girîng e em bi hemû hêza xwe tevlî avakirina Kurdistanê bibin. Ji ber vê yekê, temînata serketina me ya di rêya şehîdên me de, bi şoreşa wijdanî û zîhniyetê ya bi jiyana komunal re pêkane. Li ser vê bingehê weke şervanên azadiyê yên ku şehîd ne spartin axê, spartin nava dilê xwe, soz didin ku ji her demê bêhtir em ê bi şehîdên xwe re dilsoz bijîn."

NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE

Fethûllah Barût bi nasnav Hogir, di 1973'an de li Amedê ji dayik bû, di 1991'ê de tevlî bû, di 5'ê Hezîrana 1999'an de li Çiyayê Kurtik ê Mûşê jiyana xwe ji dest da.

M. Alî Yildirim bi nasnav Alaattîn, di 1974'an de li Amedê ji dayik bû, di 1993'an de li Amedê tevlî bû, di 11'ê Nîsana 1994'an de li Qada Şehîd Remzî ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Yûsûf Guner bi nasnav Cûdî, li Bismil a Amedê ji dayik bû, di 5'ê Hezîrana 1994'an de li Çiyayê Mergele yê Garzanê jiyana xwe ji dest da.

Şerefhan Suer bi nasnav Rênas, di 1972'an de li Amedê ji dayik bû, di 1992'an de tevlî bû, di 19'ê Cotmeha 1992'an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest da.

Tekîn Ekîncî bi nasnav Dijwar, 1980 de li Mêrdînê ji dayik bû, di 1995'an de li Stenbolê tevlî bû, di 14'ê Îlona 1998'an de li Kato jiyana xwe ji dest da.

Adil Kor bi nasnav Hogir, di 1981'ê de li Erxeniyê ji dayik bû, di 1999'an de li Amedê tevlî bû, di 14'ê Nîsana 2001'ê de li Qada Şehîd Remzî ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Adnan Yaşa bi nasnav Pîroz, di 1972'an de li Liceyê ji dayik bû, di 1990'î de li Amedê tevlî bû, di 1994'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Alî Ozalp bi nasnav Ferhan, di 1974'an de li Bismilê ji dayik bû, di 1993'an de li Îzmîrê tevlî bû, di 11'ê Nîsana 1997'an de li Alî Bogazi ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Azîz Kaya bi nasnav Sîdar, di 1979'an de li Erxeniyê ji dayik bû, di 1993'an de li Erxeniyê tevlî bû, di 1999'an de li Qubînê jiyana xwe ji dest da.

Cemal Erîngîn bi nasnav Xemgîn, di 1971'ê de li Farqînê ji dayik bû, di 1991'ê de li Farqînê tevlî bû, di 3'ê Îlona 1993'an de li gundê Ferxan ê Çewlikê jiyana xwe ji dest da.

Cengîz Altûnkiliç bi nasnav Xeyrî Versor, di 1974'an de li Çermûgê ji dayik bû, di 1994'an de li Stenbolê tevlî bû, di 5'ê Hezîrana 1997'an de li Şikefta Birîndaran jiyana xwe ji dest da.

Eşref Akmar bi nasnav Yaşar, di 1975'an de li Farqînê ji dayik bû, di 1992'an de li Amedê tevlî bû, di 1996'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Gurgîn Canbay bi nasnav Nûrî, di 1975'an de li Liceyê ji dayik bû, di 1990'î de li Amedê tevlî bû, di 1994'an de li Qada Şehîd Remzî ya Amedê jiyana xwe ji dest da.

Ahmet Sûvar Agirmatli bi nasnav Cîgerxwîn, di 1975'an de li Sêweregê ji dayik bû, di 1992'an de li Amedê tevlî bû, di 1996'an de li Koçgirî jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Tokûr bi nasnav Şînasî Çarçel, di 1966'an de li Farqînê ji dayik bû, di 1995'an de li Elmanyayê tevlî bû, di 27'ê Hezîrana 1998'an de li Zagros Çarçela jiyana xwe ji dest da.

Ramazan Yasbagan bi nasnav Bakî, di 1970'î de li Cizîrê ji dayik bû, di 1989'an de li Cizîrê tevlî bû, di 1991'ê de li Mûşê jiyana xwe ji dest da.

Siddik Laçîn bi nasnav Serkeft, di 1972'an de li Egîlê ji dayik bû, di 1993'an de tevlî bû, di 1997'an de li Pulur a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Alattîn Karabûlût bi nasnav Serhildan, di 1974'an de li Çinarê ji dayik bû, di 1992'an de li Çinarê tevlî bû, di 1'ê Tîrmeha 1994'an de li Çiyayê Bizina yê Botanê jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Satilmiş bi nasnav Siddik Nem, di 1974'an de li Çewlikê ji dayik bû, di 1990'î de li Amedê tevlî bû, di 1'ê Gulana 1998'an de li Geliyê Kuvya jiyana xwe ji dest da.

Alî Karaoglan bi nasnav Botan, li Erxeniyê ji dayik bû, di 1993'a de li Amedê tevlî bû, di 9'ê Cotmeha 1994'an de li Amed Pîranê jiyana xwe ji dest da.

Aydongan Aydin bi nasna v Cemşît Mûnzûr, di 1977'an de li Pîranê ji dayik bû, di 1996'an de li Amedê tevlî bû, di 8'ê Îlona 1998'an de li Gorse jiyana xwe ji dest da.

Huseyîn Turekûl bi nasnav Çiya, di 1979'an de li Liceyê ji dayik bû, di 1993'an de li Amedê tevlî bû, di 6'ê Gulana 1996'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Îzmed Demîroglû bi nasnav Jiyan, li Çermûgê ji dayik bû, di 1991'ê de tevlî bû, di 1993'an de li Metîna/Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Bozkûrt bi nasnav Dijwar, di 1994'an de li Bismilê ji dayik bû, di 1991'ê de li Amedê tevlî bû, di 18'ê Tîrmeha 1991'ê de li Girkê Kevan/Qilabanê jiyana xwe ji dest da.

Oner Can bi nasnav Serhat Cemal, di 1977'an de li Pasûrê ji dayik bû, di 1993'an de tevlî bû, di 1994'an de li Faraşînê jiyana xwe ji dest da.

Ramazan Mermertaş bi nasnav Haci, di 1976'an de li Bismilê ji dayik bû, di 1992'an de li Bismilê tevlî bû, di 1995'an de li Akvanoz Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.

Bedrî Kirmizi bi nasnav Bedran, di 1970'î de li Farqînê ji dayik bû, di 1992'an de li Edeneyê tevlî bû, di 8'ê Tîrmeha 1993'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.

...