Nasnameya yek ji jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin diyar bûn

Hat diyarkirin ku nasnameya yek ji jinên ku duh şev li Sêrtê ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin Pinar Ateş e.

Hat diyarkirin ku nasnameya yek ji jinên ku duh şev li Kolana 250. a Taxa Çal a Sêrtê ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin Pinar Ateş a li Êlihê jidayîkbûye. Cenazeyê Ateş piştî şer ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin. Piştî teşxîskirinê cenaze radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Ateş bi awayekî girseyî li herêma Karidag a Sêrtê hate pêşwazîkirin û ji bo definkirinê ber bi cihê lê ji dayîk bûyî Êlihê ve bi rê kirin.

Wê cenazeyê Ateş îşev li Goristan Îkîztepe bê veşartin. Têkildarî nasnameya jina din a ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû hê daxuyaniyekî fermî nehatiye.