Nasnameya şervanekê hate eşkerekirin

YPG’ê, nasnameya şervanekî yê di berxwedana gundê Xinêz ê Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervanekî YPG’ê yê di 21’ê Sibatê de li gundê Xinêzê di Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Navenda YPG’ê diyar kir ku bi damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rol û misyonên xwe weke hêzên sereke di nav şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê de pêk anîn û bajar, bajarok, gund û cihên stratejîk mîna Hol, Şedadê, Bendava Tişrîn, Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Di 5’ê Mijdara 2016’an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyona rizgarkirina paytexta DAIŞ’ê bajarê Reqayê bi navê pêngava ”Xezeba Firatê” dan destpêkirin. Di vê pêngavê de ku heta îro berdewam e, bejahiyek berfireh ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Piştî rizgarkirina van herêman jî, çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe domandin û di encamê de gelek şerên dijwar rû dan.

Di 21’ê Sibatê de jî çeteyên DAIŞ’ê li ser gundê Xinêz de êrîşên hem wext li darxistin û piştî şerên dijwar, êrîş hatin şikandin. Di van şeran de şervanê me Mazlûm Egîd ê ku ji bo şikandina êrîşên çeteyan bi lehengî şer kir gihişt şehadetê.

Wek YPG, di serî de ji malbata şehîd re ji tevahî gelên Rojavayê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza şopandina berxwedanan şehîdan didin.”

Nasnameya şervanê YPG’ê yê jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

Nasnav : Mazlûm Egîd

Nav û Paşnav: Mehmud Hemîdo

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Elî

Cihê Jidayîkbûnê : Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Xinêz /Reqqa -21’ê Sibat -2017