Nasnameya 5 gerîlayan hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku di 25’ê Nîsanê li qada Çemcê ya navçeya Qaxizman a Qersê de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku li Qersê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Navenda HPG’ê wiha ragihand: “Li Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên zor û zehmet, erkê ku pêwîst yê pêvajoya em tê re derbas dibin û ji bo berpirsiyarên xwe bi cih bînin 5 hevriyên me di 25’ê Nîsanê de li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qersê, di çarçoveya oparesyona ku artêşa TC dabû destpêkirin de ketin nav şer. Di vî şerî de 5 hevriyên me şehîd ketin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Her 5 hevriyên me ji bo azadiya Rêbertiyê û gelê xwe di nava tevgerê de bûn. Meşa serkeftinê ya ku bi ruhê milîtanên Apoyî, soza girêdanê ya bi şehîdên xwe dubare dikin.”

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Andok Ararat

Nav û Paşnav: Ferdî Aydemîr

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik-Bav: Pakîstan - Fevzî

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/25’ê Nîsana 2016

***

Nasnav: Botan

Nav û Paşnav: Şeyhmûs Dînç

Cihê Jidayikbûnê: Erizûrûm

Navê Dayik-Bav: Husna - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/25’ê Nîsana 2016

***

Nasnav: Dara Kûrtay

Nav û Paşnav: Cafer Tagman

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Makbûle - Nadîr

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/25’ê Nîsana 2016

***

Nasnav: Harun Tolhildan

Nav û Paşnav: Mûrat Aras

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayik-Bav: Husna - Tahsîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/25’ê Nîsana 2016

 ***

Nasnav: Welat Ararat

Nav û Paşnav: Umit Polat

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik-Bav: Husna - Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Qers/25’ê Nîsana 2016

...