Nasnameya 4 gerîlayan hatin eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya 4 gerîlayên di encama şer û operasyonên li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûne, eşekere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ev agahî parvekirin:

“Di encama çalakî û şerê li dijî artêşa Tirk de ku di navbera 7-13’ê Adarê de 4 gerîlayên me şehîd bûne. Di encama şerê li qadên Çelê û Şemzînan ên Colmergê de hevalên me Berîtan (Gulîstan Akkan), Êrîş (Erhan Bîrcan), Şoreş (Ismaîl Ayranciz) û Toprak (Gulşen Çelîk ) bi hişmendiya peywira serdema têkoşînê ya 2017’an li dijî dijmin li ber xwe dane û şehîd bûne.

Em 4 hevalên xwe yên ku şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin û soz didin ku girêdayî bîranînên wan bin.”

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Beritan Tekoşîn

Nav û Paşnav: Gulistan Akkan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik - Bav: Salime - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /7 – 13’ê Adara 2017

***

 Nasnav: Eriş Şemzinan

Nav û Paşnav: Erhan Bircan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik - Bav: Amine - Cebeli

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /7 – 13’ê Adara 2017

***

 Nasnav: Şoreş Amed

Nav û Paşnav: Îsmaîl Ayransiz

Cihê Jidayikbûnê: Edene

Navê Dayik - Bav: Hediye - Weysî

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /7 – 13’ê Adara 2017

***

Nasnav: Toprak Diljîn

Nav û Paşnav: Gulşen Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Ulmiya - Elî

Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /7 – 13’ê Adara 2017