Nas ê HPG'yî li Mersînê hat veşartin

Gerîlayê HPG'ê Yakûp Nas ê di çalakiya li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Pozanti de jiyana xwe ji dest da, li Mersînê bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê ji du gerîlayên HPG'ê yên di çalakiya li dijî Midûriyeta Polîsan a Pozanti ya Edeneyê de jiyana xwe ji dest dan YakÛp Nas (Şiyar Rênas) li MErsînê hat definkirin. Piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê malbatê cenaze wergirt û anî Mêrsînê. Dihat plankirin ku cenazeyê Nas li Mizgefta Nûr a li taxa Mevlana ya navçeya Toroslerê bi meşekê bê definkirin lê piştî ji aliyê Walîtiya Mersînê ve hat astengkirin li Mizgefta Abdulkadîr Geylanî ya li taxa Demîrtaş bi dehan wesayîtan ve birin Goristana Guneykentê.

Bi fermana walîtiyê ji bilî rêya goristanê hemû rêyên din ji trafîkê re hatibûn girtin û dema cenaze derbas dibû polîsan tedbîrên gelek dijwar girtin. Cenazeyê Nas bi ambûlansê heta cihê lê bê definkirin birin. Dema cenaze ji ambûlansê hat daxistin, girseyê dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ey Şehid xwîna te li erdê namîne" berz kir. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat.

Dayika Nas Maşallah Nas li ser gorê giriya û lorikên "Axê neavêjin ser kurê min. Kifin ne kincên min jê re kirîn wê li xwe kiriban. Ez li benda vegera wî bûm. Min ji wî re kinc kirîbû. Wê hatibûya û ew kinc li xwe kiriban" barandin. Nas piştre nerihet bû û bi alîkariya welatiyan xwe li ser piyan girt.

Piştî karên definkirinê welatî derbasî taziyeya ji bo Nas li taxa Demîrtaş a Toroslarê hatî danîn bûn.