Muslim: Li herêmên Rûsyayê bombebaran dikirin komên cîhatger hene

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji RS FM’ê re nirxand û got; "Hesasiyeta Enqereyê ya li hemberî Tirkmenan ne raste, ji ber ku li herêma mijara gotinê komên cuda yên cîhatgeran hene."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji RS FM’ê re nirxand û got; "Hesasiyeta Enqereyê ya li hemberî Tirkmenan ne raste, ji ber ku li herêma mijara gotinê komên cuda yên cîhatgeran hene."

Enqere demeke PYD'ê weke ‘rêxistina terorê’ dibîne radigehîne û ji welatên din jî dixwaze ku bibin xwedî heman helwesta wan. Lê Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim pêş hilbijartinên 7’ê Hezîranê hat Tirkiyeyê, hem bi îstixbarat û hem jî bi rayedarên karên derve re hevdîtin pêk anî. Der barê pirsa gelo çi rûda ku ev diyalog ji holê rabû de, Salih Mûslim li ser weşana zindî bersiv da.

Mûslim wiha got; "Nuqteya şikestinê Girê Spî ye. Piştî ew herêm ket bin kontrola me, deriyê wan ên bazirganiyê hat girtin. Li Kobanê gelek lîstokên wan ên qirêj derketin holê."

'NÎVÊ ŞÊNIYÊN LI WÊ HERÊMÊ, KURD IN'

Muslim der barê gefa dewleta Tirkiyeyê ya li herêmên navbera Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê de, ev nirxandin kir: "Di navbera Cerablûs û Azez de gelê me heye. Ji sedî 50’iyê wir ji Kurdan pêk tê. Turkmen û Ereb jî hene. Tevî ku cihekî tevlîhev e jî, lê şêniya herî zêde ya Kurdan e. Ji xwe di aliyê dîrokî de jî beşekî Rojava ye. Li wir Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî hene. Hem ji Kurd û Tirkmenan pêk tê. Eger Tirkiye di rastiyê de li Tirkmenan difikre, fermandar û berdevkê vê hêzê Tirkmen e. Tirkiye ji van re dibe asteng. Em tiştek rast a di vir de nabînin. Ti mafekî mudaxeleyê yê Tirkiyeyê nîne. Eger Kurd, Ereb û Tirkmenên herêmê li hev kirine, wê demê çi karê Tirkiyeyê li wir heye?"

'EM NAXWAZIN SÛRIYEYÊ PARÇE BIKIN'

Salih Muslim, nêrîn û armanca xwe ya ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi vî rengî anî ziman: "Me pêkhateyek nû ava kiriye. Ev modela pêşeroja Sûriyeyê ye. Eger Sûriye wê ji nû ve bê avakirin, wê ev modela me li Rojava çêkiriye, bibe beşek berfirehkirî. Em li gel Kurd, Tirkmen û Ereban bi hev re dijîn. Li wir rêveberiyek hatiye avakirin. Ev ne meselya parçebûn an meseleyekî Kurdan e. YPG wek beşek ji Şoreşa Sûriyeyê, hêzekî girêdayî Rojava ye. Piştî şer berfireh bû, bi teybetî ji Kurdistanê, ji gelek cihan kes hatin û tevlî bûn. Ji Amed, Wan, Silêmaniyê û gelek cihên din gelek kes hatin û tevlî bûn. Tu ji yê li rex te şer dike re nikarî bêjî tu ji kûderê hatî. Ji xwe PYD jî partiyekî polîtîk e."

'DAIŞ Û HEVALBENDÊN WÊ DIJMINÊN HEVPAR IN'

Salih Mûslim têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Amerîkayê re jî nirxand û got, "Ti têkiliyekî siyasî ya PYD’ê bi DYA re nîne. Rûsya ji xwe nû hatiye herêmê û operasyonên wan ji me dûrin." 

Muslim axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; "DAIŞ û hevalbendên wê dijminên hevpar in, dijminên însantiyê ne. DAIŞ û pêkhateyên weke Ahrar Şam tenê ne dijminê Kurdan e, dijminê hemû kesan e. Ji metirsiyekî xwecihî zêdetir, vegeriyan metirsiyekî cîhanî. Ketina Rûsya ya wir de, bi hebûna Amerîka re hemû ji bo nîşandana bandora koalisyona navneteweyî ye. Ji derve kî li wan bide, em destekê didin wî. Li gel Amerîkayê ti têkiliyekî me ya siyasî nîne. Amerîka li gel YPG’ê tenê li herêmê bi şêweyekî koordîne dixebite. Heya niha rewşek wiha bi Rûsan re çênebûye, lê ger çêbibe wê baş be. Rûsya hîna nêzî vê herêmê nebûye, dûr e. Li rojavayê Sûriyeyê bi bandor in. Di dema pêş de girêdayî rayedarên leşkerî dibe ku alîkariyek çêbibe."

'BALAFIRÊN RÛSYAYÊ CÎHATGER BOMBEBARAN DIKIRIN'

Muslim der barê xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve got, "Herêm bi temamî vegeriyaye rewşek aloz. Gelê Sûriyeyê yên li wir daxwazên wan ên weke demokratîkbûnê hebûn; lê di serî de Tirkiye, hêzên ji derve hatin bi xistina destê xwe ya nav herêmê, ev hîn aloztir kirin. Cihê balafir lê hat xistin nêzî Tirkiyeyê ye. Nêzî Lazkiyeyê ye. Li wir cihekî k Tirkmen bi komî dijîn nîne, kêmeneteweyên weke Ermeniyan jî hene. Tirkiye du salin kesên cîhatger tîne vir û wan xwedî dike. Ji wir komên weke DAIŞ û El Nûsra hatin derxistin. Îro jî paşde vegeriya û dîsan komên bi çekên giran ketin di herêmê. Balafirên Rûsyayê jî yên ku hewldidan çiyan bixin bin kontrola xwe bombebaran dikirin."

Salih Mûslim, Enqereyê bi destekdayîna komên oldar ên tund tewanbar dike. Sedema vê jî berjewendiyên aborî û daxwaza herêm xistina bin kontrola xwe nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Kobanê gelek lîstokên wan ên qirêj raxist ber çavan."