MÛB: Li dijî zilma AKP’ê rabin berxwedanê

Saziya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛP), têkildarî qetlîamên AKP’ê yên li Cizîrê daxuyaniyek da.

Saziya Serokatiya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛP), têkildarî qetlîamên AKP’ê yên li Cizîrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya MÛB’ê de wiha hat gotin: “Roja 7’ê Sibatê 2016’an de jêrzemîna avahiya li Cizîr a ku sivîl û birîndar lê asê mabû hat bombardûmankirin û qetlîamek mezin pêk hat. Rastî ji raya giştî tê veşartin, henekên xwe bi rûmeta gelan û nirxên malbatan dikin.” 

MÛB’ê da xuya kirin ku hikûmeta AKP’ê 9 mehên dawî qetlîam kirin, Tirkiyeyê gav bi gav ber bi heza Rojhilata Navîn ve dibe. Daxuyaniyê wiha dom kir: “ Rêxistina wehşî ya DAÎŞ’ê her ku li Sûriye û li Iraqê derbeyên giran xwar, hikûmeta Erdogan û AKP weke ku tolê ji gelê xwe Kurd bistîne bi hemû hêza xwe êrîşî bajaran dike, hildiweşîne û qetlîaman pêk tîne. Qetlîamên li Cizîrê hatin kirin piştgiriya herî vekiriye ya ji bo çeteyên DAÎŞ’ê ye.”

 ‘LI WELAT Û DÎASPORAYÊ DENGÊN XWE BILIND BIKIN’

 MÛP’ê diyar kir ku wê hesabê hemû qetlîaman bê xwestin û wiha pê de çû: “ Rayedarên AKP’ê û TC’yê wê ji dadgehkirinê nikarebe bireve. Yên qetlîamên li Cizîrê pêk anîn şermezar û lenet dikin. Berxwedana gelê Kurd silav dikin. Ji bo xwedî li têkoşîna gelên bindest û têkoşîna gelên Suryanî- Asûrî- Kildanî û Aramî derkevin, bang li gelê xwe dikin ku li welat û xwedî dîasporayê xwedî li doza xwe derkevin û li hember zilmê dengê xwe bilind bikin.”