MÛB: Em hêviya jiyana hevpar a PKK’ê ava kir silav dikin

MÛB wiha got: “Berxwedana ku PKK’ê di dîroka xwe de raber kiriye rê li ber gelan û kesên alîgirên jiyana bi rûmet vekiriye. Em vê berxwedana bi rûmet a PKK’ê, şerê azadiyê û hêviya ji bo jiyana hevpar a gelan pêş xist silav dikin.”

MÛB’ê der barê 37. salvegera damezrandina PKK’ê daxuyanî weşand, wiha got: “Berxwedana ku PKK’ê di dîroka xwe de raber kiriye rê li ber gelan û kesên alîgirin jiyana bi rûmet vekiriye. Em vê berxwedana bi rûmet a PKK’ê, şerê azadiyê û hêviya ji bo jiyana hevpar a gelan pêş xist silav dikin.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛB) daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha ragihand: “27’ê Mijdarê 1978’an li gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê, damezirandina PKK’ê ya ku ser mîrateya gelên Rojhilata Navîn ên hatine pelçiqandin û mirovatiyê hatiye avakirin, ji bo gelê me bûye çavkaniya hêvî û derketinekê. Ji ber ku li hember fermana mirinê ya li ser gelên qedîm ên Mezopotamya û Anatolyayê dihat ferzkirin, bi rûhekî nû yê berxwedanê got bisekine. 37 salan bê navber, bi têkoşînek zor a li hember zîhniyeta serwer û sîstema yekperest, siyaseta îmha û înkarê hatiye teşhîrkirin.

Îro yek ji faktorên bingehîn ên Erdogan û ekîba wî sekinand, berxwedana PKK’ê ya di Rêbertiya Birêz Abdullah Ocalan de ji demek dirêj pêş xist û li tevahî herêmê belav kiriye. Her wiha rêveberiya hevpar a demokratîk a gelan ku li Rojava ketiye meriyetê jî modeleke nûjen a Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêş xistiye. Parastin û pêşxistina vê modelê ji bo gelan xwedî girîngiyek jiyanî ye. Tevî ku Birêz Abdullah Ocalan di nav çar dîwaran de ye bi pêşxistina projeyên çareseriyê ve ji gelên Rojhilata Navîn re asoyeke nû vekir. Felsefeya jiyana hevpar a gelan di gelek qadan de ketiye meriyetê. Lewre jî hikûmeta TC ji bo xwerêveberiyên demokratîk ên gelan û sîstemek nû li Rojhilata Navîn asteng bike, êrîşên ku dikarin bibin sedemên şerên mezin pêk tîne. Dîsa hêzên navneteweyî, tevî dibînin hikûmeta TC li herêmê hêzên tarî xwedî dike û ji bo çalakiyên terorê li gelek qadan wezîfedar dike jî ti pêkanînan naxin meriyetê. Ev jî mirovatiyê bi fikar dike.

Dewleta TC bi tevahî derfetên xwe, çekên pêşketî û bi piştgiriya ji muttefîkên xwe yên navneteweyî ve êrîşên xwe yên li hember gelan didomîne. Ji ber vê jî gelên mazlûm ên tên pelçiqandin, pêşverû û şoreşger, rewşenbîr û kedkar ji bilî berxwedanê ti alternatîfên wan nemaye. Berxwedana ku PKK’ê di dîroka xwe de raber kiriye rê li ber gelan û kesên alîgirin jiyana bi rûmet xistiye. Em vê berxwedana bi rûmet a PKK’ê, şerê azadiyê û hêviya ji bo jiyana hevpar a gelan pêşxistî silav dikin. Şehîdên ji bo azadiya gelan bi lehengî jiyana xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîr tînin. 37. salvegera damezrandina PKK’ê pîroz dikin, em bawer dikin wê sala xwe ya 38. jî bi serketinên nû pêşwazî bike.

Her wiha ji bo sazûmankarê PKK’ê û dostê mezin ê gelan Birêz Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe, têkoşîna hevpar bê mezinkirin, her cure êrîşên faşîst bên bertarafkirin divê li erdnîgariya Mezopotamya û Anatolya çanda jiyana hevpar û demokrasî bê avakirin. Bila hikûmeta TC û çeteyên hevkar ên li herêma me vê baş zanibin, ji bo gelên mazlûm êdî mirin û binketin tineye, tenê serketin heye.”