MLKP Rojava: Bedrettîn Akdenîz nemire

MLKP Rojava, şervanê HAY’ê Bedrettîn Akdenîz (Suphî Şoreş) ê di parastina Rojava de jiyana xwe ji dest da, bibîr anî û got: “Em careke din îlan dikin; Wê Rojava qezenc bike! Wê azadî û rûmet qezenc bike! Wê mirovahiya bindest qezenc bike”

MLKP Rojava, têkildarî  şervanê Hêzên Azadiya Yekbûyî ( HAY) Bedrettîn Akyuz (Suphî Şoreş) ê di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek da.

MLKP Rojava, ji malbata Akdenîz û hevalên wî re sersaxî xwest û wiha hat gotin: “Hevrê Suphî Şoreş (Bedrettîn Akdenîz)  yek ji nemirên şoreşa Rojava, wê hêjayî xwe bê bibîranîn û bê jiyîn. Peywira me ev e ku em xwedî li bîranîna şehîdê xwe derkevin û piştevaniya şoreşî mezin bikin.  Em hevrêyên xwe yên vê peywirê wê layîq bînin cih, silav dikin û li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Mebruka ya Akdenîz lê jiyana xwe ji dest da, ji çeteyan hatiye paqijkirin û azadkirin. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Azadkirina herêma Mebruka û pêşketina hêzên me ya li herêmê; nîşaneya şênber a biryarbûna serketina me ye. Yên çeteyên faşîst DAIŞ mezin kirin, bila bizanin ku, ekarin Suphiyên me tine bikin! Hûn nekarin hatina biharê bidin sekinandin! Wek Suphî Nejat, wek Suphî Garzan, wek Suphî Şoreş, bi hezaran, deh hezaran şervan wê li pêşberî we bisekinin! Hûn mahkumê têkçûnê ne. Em careke din îlan dikin; wê Rojava qezenc bike! Wê rûmet û azadî qezenc bike. Wê mirovahiya bindest qezenc bike.”