'Mirin çêtir e ji temaşekirina li mirinê'

Endamê DEM-GENÇ'ê xwendekarê Zanîngeha Çanakkaleyê Yakûp Yalçin ê li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin got, "Ji bo min, mirin ji temaşekirina li mirinê çêtir e." Yalçin heta kêliya dawî li ber xwe da.

Hêzên dewleta Tirk ên li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîrê mirovahî qetil kirin, di nava 2 mehên wehşet û terora xwe de, jin, zarok, ciwan, birîndar bi qasî 200 mirov bi awayekî hovane qetil kirin. Ji ciwanên li hemberî vê wehşetê bêdeng neman û tevlî berxwedana gelê navçeyê bûn xwendekarê zanîngehê Yakûp Yalçin jî li jêrzemîna avahiya destpêkê ya li hejmara 23. a li Kolana Bostanci di nava birîndaran de weke yek ji birîndaran li benda hatina ambûlansê bû, lê hat înfazkirin.

Yakûp Yalçin ê di sala 1989'an de li navçeya Agirî Tutaxê ji dayik bû, hînê yek salî bû malbata wî koçî Çanakkaleyê kir. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê Yalçin cewhera xwe parast û ji aliyê din ve jî li Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê perwerdeya xwe dewam kir. Têkoşîna xwe di nava mercên zîndanê de dewam kir. Yalçin dema li zanîngehê perwerdeya xwe dewam dikir, di sala 2009'an de ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê hat girtin û 6 salan girtî ma. Di nava greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ya sala 2012'an de cih girt. Yalçin di nameyeke xwe ya vê demê de wiha digot: "Ji bo min, mirin ji temaşekirina li mirinê çêtir e". Ev nêzîkatiya xwe heta kêliya dawî bi berxwedanê dewam kir. Yalçin piştî dîlgirtinê, bêyî navberê bide yekser di nava refên DEM-GENÇ'ê de têkoşîna xwe dewam kir û ji bo li hemberî zilm û mirinê bêdeng nemîne cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de girt.

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi tank, top û rêbazên li dijî mirovahiyê, li Cizîra Botan tevî hevalên xwe li ber xwe da. Herî dawî Yalçin li jêrzemîna avahiya bi hejmara 23. a Kolana Bostani ya taxa Cûdî tevî 30 hevalên xwe asê ma. Piştî dorpêçî û êrîşên wehşî yên hêzên dewleta Tirk, piraniya wan birîndar tevî 30 hevalên xwe hat înfazkirin.

Cenazeyê Yalçin hînê nehatiye rakirin. Kekê wî Nîhat Yalçin destnîşan kir, ku wî jiyan gelekî hêja didît. Yalçin ragihand, ku birayê wî di nava her şert û mercan de têkoşîna xwe dewam kiriye û ti carî vîna xwe ji dest bernedaye.

Yalçin der barê helwesta Yakûp a li ser parastina bi Kurdî ya li dadgehê de wiha anî ser ziman: "Li Îzmîrê dema derket pêşberî dadger, xwest bi Kurdî xwe biparêze. Dadger jê re got, 'Tu ji Çanakkaleyê jiya ye. Te bi salan li wir dibistan xwendiye û gelekî xweş bi Tirkî diaxive. Tu çima bi Tirkî parastinê nake?' Yakûp jî ji dadger re got, 'We jî 50 salan xwendin, lê belê xuya ye hûn hînê hînî mafên mirovan nebûne. Xwestina vê daxwazê mafê min ê herî însanî ye."

Yalçin anî ziman, ku dema birayê wî ji girtîgehê derket pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hebûn, lê tevî vê yekê jî bênavber têkoşîna xwe meşand. Yalçin da zanîn, birayê wî piştî Amedê çûye Cizîrê û ji destpêkê ve li cem gel cih girtiye. Yalçin destnîşan kir, ku ew ê heta dawiyê têbikoşin, weke malbat her tim serbilind bin û anî ziman, ku bi komkujiyan re wê nikaribin wan têk bibin. Yalçin got, "Çi dibe bila bibe em li pişt wî û têkoşîna hevalên wî ne. AKP kujerê gelê Kurd û gelan e. Li hemberî vî kujerî em ê heta dawiyê têbikoşin."

...