Minbic a azad birînên xwe dipêçe

Minbic a azad, birînên xwe yên aboriyê dipêçe. Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Demokratîk a Minbicê, bi plan û xebatên xwe, aboriya Minbicê li ser hîmên qewîn bi cih dike.

DAIŞ'ê, ji sala 2014'an heta Tîrmeha 2016'an, di dema dagirkeriya xwe de jiyana civakî ya gel a li Minbicê tine kir û bi reya polîtîkayên xwe yên taybet jî aborî qedand. Ya rast, Minbic beriya dagirkeriya çeteyan yek ji navendên girîng ên bazirganiyê bû.

Li Minbicê, ku ji Tîrmeha bihurî û vir ve azad e, tevî hilweşandin û talana çeteyan jî, jiyana aboriyê roj bi roj zindî dibe. Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Demokratîk a Minbicê, ku heman piştî rizgarkirina bajêr ava bû, ji bo karibe aboriya gelê Minbicê li ser hîmên bingehîn bi cih bike, dixebite. Komîte ji hemû gelên li Minbicê pêk tê û li ser modeleke aboriyê ya wekhevî û biratiya gelan disekine.

Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Demokratîk a Minbicê Sabrî Mûstafa, ku bi xwe Tirkmenê ji Minbicê ye, li ser rewşa aboriyê û projeyên xwe ji me re axivî.

Mûstafa diyar kir, aboriya Minbicê beriya artêşa azad û DAIŞ'ê li ser sê hîman hatibû rûniştandin û ev yek jî weke 'Çandinî, pişesazî û bazirganî' bi nav kir.

Mûstafa anî ziman, bi dagirkeriyê re rewş guherî got, "DAIŞ'ê dest danî ser jiyana gel, aborî, xwarin û vexwarina gel. Zîreet û bazirganî ji xwe sekinî. Madeyên xwarinê ji gel standin û bi xwe dixwarin. Dikanên hin kesan hebûn, lê xebitandina wan gelekî zehmet bû. Nan û madeyên xurekê bi destê wan ketin û bi buhayekî gelekî zêde difirotin gel. Nanê ku li Sûriyeyê bi 50-60 qurişî bû, çeteyên DAIŞ'ê li Minbicê kir 350-400 lîre."

BI AZADIYÊ RE ZINDÎ BÛ

Sabrî Mûstafa destnîşan kir, ku bi azadiyê re bajarê wan ji nû ve zindî bû û bi dewamî got, "Piraniya mirovên neçar man koç bikin vegeriyan. Ji ber ku zilma DAIŞ'ê qediya û bajarê hate xerakirin ji nû ve hate çêkirin. Bazirganî ji nû ve zindî bû û bersiv ji pêdiviyên gel re hate dayîn. Rêyên bazirganiyê vebûn. Firin dîsa xebitîn, buhabûn qediya. Li nava Minbicê rêveberiyeke bi îstiqrar û wekhev ava bû. Êdî gelê Minbicê debara xwe ya rojane bi xwe dik. Kesek ne ditirse, ne jî keda kesî tê xwarin."

ÇANDINÎ Û PIŞESAZÎ AKTÎF BÛN

Li ser rewşa çandinî û pişesaziyê Mûstafa got, "Piştî rizgarkirina Mİnbicê, çandiniyê ji nû ve dest pê kir;

*Saziya Zîreetê ji bo erdên avdanê, mazot belav kir.
*Bi buhayekî erzan tov û ceh hate dayîn, zivil hate peydakirin.
*Bi vî rengî karê çandiniyê ji nû ve dest pê kir; genim, ceh, nîsk, fisteq û zeytûn tên çandin.

Febrîqeyên ku di dema dagirkeriyê de nedixebitîn, ji nû ve vebûn:

* 2 febrîqeyên derman, 3 febrîqeyên şîrînahî, 2 febrîqeyên kîsikan, 5 febrîqeyên êmê heywanan, febrîqeyek savarê, 20 navendên mirîşkan, 9 febrîqeyên zeytê hene."

Mûstafa anî ziman ku li Minbicê 10-20 aşên genim hene û diyar kir, weke Komîteya Aboriyê ew aşan digerînin, nan amade dikin û bi buhayekî gelekî kêm didin gel.

Sabrî Mûstafa ragihand, heta niha 120 hezar penaber hatine Minbicê, piraniya wan ji Şehbayê hatine û ew jî hewl didin ji aliyê aboriyê ve bersivê bidin pêwîstiyên wan jî.

JI HEMÛ PÊKHATEYÊN MINBICÊ PÊK TÊ

Der barê komîteya xwe de Mûstafa got, "Piştî ragihandina Rêvebriya Demokratîk a Minbicê komîteya me ya aboriyê ya ji 6 kesan hat avakirin. Em yekîneyên jêrîn ên vê komîteyê ava dikin. saziyên Zîreetê, Pişesaziyê û Bazirganiyê."

Sabrî Mûstafa anî ziman, saziya wan ji 6 kesan pêk tê û wiha dewam kir: "Em du hevserok in. Ez Tirkmen im, hevseroka din jî Henan Mûhammed e, ew jî Ereb e. Ji 6 kesan 3 jê jin in, 3 jî mêr. Alîkarên me Ereb, Kurd û Çerkes in. Gel em hilbijart û em hewl didin bi rengekî rast bibin bersiv."

GELEK KAR HENE KU DIVÊ EM BIKIN

Têkildarî plan û projeyên xwe yên dema pêş jî Mûstafa wiha axivî:

"Beriya her tiştî em ê komîteyê jêrîn ên saziya xwe ava bikin. Em dixwazin karê xwe yê saziyê li kolan û gundan belav bikin.

*Bazirganî wê dewam bike, hewldanên me yên ji bo pêşvebirina çandinî û pişesaziyê wê bidomin.
*Ji bo pêşvebirina aboriya jinê, projeyên me hene.
*Li qada Zîreet û sewalkariyê em ê kooperatîfan ava bikin.
*Em ê kooperatîfiyê li gastronomiyê jî bixin meriyetê.
*Em dixwazin kooperatîf û komunên di navbera gelê me de edalet û hevgirtinê çêbike, bafirînin.

Di dawiya axaftina xwe de Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Demokratîk a Minbicê Sabrî Mûstafa got, "Ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim; Li Minbicê rêveberiyeke demokratîk heey ku her kesî temsîl dike û vedihewîne. Em ê jî li gorî vê yekê aboriyeke rast û wekhev pêk bînin. Bi demê re wê aboriya me hê zindî bibe."