Milîsên HBDH’ê li çayxaneya bazirganê maddeyên hişber da

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê li Amedê li çayxaneya bazirganê maddeyên hişber da.

Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê diyar kir wan li Amedê bi bombeya parçe jê dipeke li çayxaneya bazirganê maddeyên hişber daye.

Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Li Baglara Amedê çayxaneyeke ku nêzî Dibistana Polîsan a Îskanevlerî ye bû hedefa hêzen me. Milîsên me di 9’ê Tebaxê de bi bombeyan li vê çayxaneyê da. Xwediyê çayxaneyê yê wekî ‘Mihemedê çayger’ tê naskirin bazirganiya maddeyên hişber dike û vî tiştî jî di bin parastina polîsan dike. Ev kes hewl dide ciwanên me têxe feqê, ciwanan jehrî bike û wan bike sîxur. Ev çayxane li ber dibistana polîsan e û ev jî diyar dike ku bazirganiya jehrê ji aliyê kê tê kirin.

Vî kesê ku di bin siya dewleta faşîst de tevdigeriya digot qey wê tu kes nikaribe tiştekî bi wî bike. Milîsên me ji bo ku diyar bikin kesên li hemberî gel sûc kirine wê bêceza nemînin, li vî cihê maddeyên hişber da. Milîsên me piştî çalakiya xwe ya serkeftî bi selametî ji qadê vekişiyane.”