Milîsên HBDH'ê li Amedê li bazirganên narkotîkê xistin

Milîsên Siddik Ûgûr ên HBDH'ê ragihandin ku li taxa Şehîtlîk a Amedê li dijî malên çeteyên narkotîkê bi bombeyan çalakî kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Siddik Ûgûr ên HBDH'ê de hate ragihandin ku 26'ê Gulanê saet di 23:00 de li taxa Şehîtlîk a Amedê li dijî malên çeteyên narkotîkê bi bombeyan çalakî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me got, em careke din dibêjin. Em ê rê nedin bazirganên narkotîkê ku zarokên me, ciwanên me, gelê me dixin xefika narkotîkê. Em ê ti carî rê nedin van rêbazên şerê taybet."