Midûrên dibistanê yên li hember qetlîamê bêdeng neman ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Li navçeya Stewr a Mêrdînê 4 midûrên dibistanê yên endamên Egitim Sen, ji ber tevlî protestoya qetlîama Cizîrê bûn ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li navçeya Stewr a Mêrdînê 4 midûrên dibistanê yên endamên Egitim Sen, ji ber tevlî protestoya qetlîama Cizîrê bûn ji wezîfeyê hatin dûrxistin. 

 Midirûn dibistanên li taxên Ewîna, Kawsan, Cilîn û Şûtê yên girêdayî navçeya Stewr a Mêrdînê ku endamên Egitim Senê ne, ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Hat îdîakirin ku Midûrê Perwerdehiya Mîllî ji kedkarên perwerdeyê yên ji ber tevlî protestoya qetlîma Cizîrê bûne ji wezîfeyê hatine dûrxistin gotiye ku eger bibin endamên Egîtîm Bîr-Senê wê dîsa karibe wezîfeyên wan îade bike.

Her wiha hat diyarkirin ku leşkerên ji Qereqola Jendermeyan a Ewîna çûne dibistanan û lîsteya navê mamosteyên tevlî çalakiyên protestoyê bûne xwestine.