Meşayik: Em bi ti awayî dagirkirina Cerablûsê qebûl nakin

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Mistefa Meşayik diyar kir, dewleta Tirk ji destpêkê ve hevparê rijandina xwîna gelên Sûriyeyê ye û got, îro jî hewl dide heman tiştî bike.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Mistefa Meşayik diyar kir, dewleta Tirk ji destpêkê ve hevparê rijandina xwîna gelên Sûriyeyê ye û got, îro jî hewl dide heman tiştî bike.

Meşayik dagirkirina Cerablûsê ji aliyê Tirkiyeyê ve û sedemên desteka Amerîkayê ji bo vê operasyonêl ji ANF'ê re nirxand.

TIRKIYE HEVPARÊ RIJANDINA XWÎNA LI SÛRIYEYÊ YE

Meşayik işaret bi rola dewleta Tirk a di krîza 5 salan a li Sûriyeyê de kir û got, "Çend meh piştî destpêkirina krîza li Sûriyeyê, me ev yek weke şoreşê pênase kir. Lê mixabin ev şoreş veguherî şerekî navxweyî. Hingî jî dewleta Tirk dixwest derbasî nava xaka Sûriyeyê bibe û karên navxweyî yên Sûriyeyê tevlîhev bike. Têkildarî gelên Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê, gelek planên xwe yên qirêj hebûn."

Meşayik da zanîn, weke Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê wan di destpêka şoreşa Sûriyeyê de belavokek belav kirin, fikarên xwe yên li ser polîtîkayên Tirkiyeyê bilêv kirin û got, "Me wê çaxê jî ragihand, eger dewleta Tirk bikeve nava axa Sûriyeyê, weke partî ew ê li ber rabin. Gelek kesan gotin, 'Hûn ê çawa li ber rabin, gelo bi we re çek heye?' Me jî gotin, em ê bi derfetên xwe yên siyasî û bi alîkariya dostên xwe li ber rabin. Em îro jî xwedî heman nêrînê ne. Ji roja destpêkê yê şoreşê ve Tirkiye hevpar e ku xwîna gelên Sûriyeyê birije û Sûriye veguhere xirbeyekî. Lewma naxwaze şerê li Sûriyeyê bisekine û gelên Sûriyeyê bibin xwedî maf.

Beriya niha bi çend rojan, me bi hevalên li TEV-DEM'ê û hin partiyên cuda re belavokek weşandin û di wir de jî de helwesta xwe careke din nîşan dan. Em weke Kurd, gelên li Kantona Cizîrê dijîn û welatparêzên Sûriyeyî, dagirkerî û êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî xaka xwe bi ti awayî qebûl nakin."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E'

Meşayik ragihand, daxwaza Tirkiyeyê di roja îro de zelaltir bûye û destnîşan kir, armanca yekane ya dewleta Tirk ku bi hinceta 'DAIŞ'ê derbasî Cerablûsê bû, pêşîgirtina li projeya Kurdan e. Mistefa Meşayik da xuyakirin, ku dewleta Tirk ne tenê pêşî li mafên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê digire û got, "Dewleta Tirk dixwaze pêşî li mafê Kurdan û statuya Kurdan a li hemû parçeyan bigire. Ji bo projeya Kurdan bi ser nekeve, amade ye her tiştî bike. Naxwaze Sûriye demokratîk bibe.

Em Kurd îro xwedî proje ne û dixwazin temamiya Sûriyeyê bi sîstemeke federal a demokratîk bê birêvebirin. Em dixwazin bi vê projeyê ve Sûriyeyê demokratîk û aram bikin. Dewleta Tirk jî ji bo pêşî li vê bigire, çi jê tê dike. Herî dawî bi dewletên mîna Rûsya, rejîm û Îranê re hevdîtinên dîplomatîk kir. Ev hemû ji bo pêşîgirtina li statuya Kurdan û astengkirina projeya sîstema federal a demokratîk kir."

'DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI HEMBERÎ ROJAVA ZÊDE KIR'

Meşayik anî ziman, ku dewleta Tirk di dema dawî de êrîşên xwe yên li hemberî Rojava zêde kiriye û ev tespît kir: "Êrîşê Dêrikê û hin cihên cuda jî dike. Jê heye ku bi van êrîşan wê karibe çav li gelê me bitirsîne û ji armanca xwe vegerîne. Di vê çarçoveyê de bi rejîmê re li hev kir. Şer li Hesekê derxist. Ji xwe rejîmê di daxuyaniyên xwe yên li ser vî şerî de, zimanê dewleta Tirk bi kar anî. Mînak; duh hatin ser sînorê Kobanê û xwestin dîwêr lê bike. Lê belê me berê xwe ad sînor û helwesta xwe nîşan da. Hewl dide fesadiyê bixe navbera gelan. Hewldan û êrîşên dewleta Tirk ên bi vî rengî wê dewam bikin. Lê belê baweriya me ya bi gelê me û projeya me tam e. Û ez bawerim Amerîka, Rûsya û dewletên din jî bawer dikin, ku yekane projeya demokratîkkirina Sûriyeyê ev projeya me ye. Li qada navneteweyî jî Kurd bi tenê nînin. Wezareta Karên Derve ya Fransayê duh daxuyaniyek da bû. her wiha Amerîka jî dewleta Tirk hişyar idke ku derbasî herêma ji aliyê Kurdan ve hatiye paqijkirin û tê parastin, nebe."

'AMERÎKA NIHA NAXWAZE DAIŞ BIQEDE'

Meşayik ragihand, ketina dewleta Tirk a nava Cerablûsê bi kêrî DAIŞ'ê tê û der barê desteka Amerîka ya ji bo dewleta Tirk de got, "Ez di wê baweriyê de me, ku Amerîka piştî nuqteyekê wê pêwîstiya xwe bi hêzeke mîna Kurdan a li dijî terorê têdikoşe hebe. Lê sedema desteka Amerîka ya ji bo Tirkiyeyê ew e, ku dixwaze dostê xwe yê berê di hin nuqteyan de qayîl bike.

Ketina dewleta Tirk a nava Cerablûsê bi kêrî DAIŞ'ê tê. Destûra Amerîka ya ji bo vê jî tê wê wateyê, ku Amerîka hê naxwaze DAIŞ biqede. Xuya ye heta ku xwe bi xurtî li vê xakê bi cih bike, pêwîstiya xwe bi DAIŞ'ê heye. Eger bixwasta îro DAIŞ biqede, wê alîkariyeke mezintir bida Kurdan. Wê destûr nedabûya ku Tirkiye bikeve nava Cerablûsê. Li Cerablûsê, dewleta Tirk û DAIŞ'ê lîstikeke şano pêşkêş kirin. Tirkiyeyê fîşekek jî li dijî DAIŞ'ê neteqand û bi vî rengî ket nava Cerablûsê. Lê di vir de destê Amerîka jî heye.

Di roja îro de pêwîstiya Amerîka bi me heye. Lê di hin nuqteyan de pêwîstiya me Kurdan jî bi desteka Amerîka heye. Mesela; em dixwazin kantonên Kobanê û Efrînê bigihînin hev. Lê Amerîka ji bo vê yekê jî ewilî operasyona Reqqayê ferz kir. Bazariyeke bi vî rengî dike. Yanî ne ku ji ber Amerîka ji Kurdan hez dike pê re tifaqê dike. Ji ber ku pêwîstiya xwe bi Kurdan heye, tifaqê bi Kurdan re dike. Ji ber ku yê îro li Sûriyeê li ser rûyê erdê têkoşîna herî xurt li dijî DAIŞ'ê dimeşîne, em in."

'EM Ê TÊKILIYÊN DIJ BI SIBEROJA GELÊN ROJAVA QEBÛL NEKIN'

Meşayik bal kişand ser serdana Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ku roja destpêkirina operasyona Cerablûsê li Enqereyê bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtin kir û got, "Em ne li dijî têkiliyên dîplomatîk ên navbera du dewletan an jî du hêzan e. Lê belê dema ev têkilî li dijî Kurdan, Rojava yan jî gelan be, ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Haya me ji temamiya naveroka hevdîtinan nîne. Hêvîdarim Mesûd Barzanî neketibe nava rewşeke bi vî rengî. Eger Mesûd Barzanî tiştekî bi vî rengî bike, wê ewilî zerarê bide xwe, piştre bide Kurdên li Rojava. Dewleta Tirk dixwaze PDK'ê li dijî Kurdan û Rojava bi kar bîne. Di vî warî de xefikan amade dike. Yanî xwe mîna dost nîşan dide û bi hin gotinan dixwaze bixe nava xefikê. Lê çûyîna Tirkiyeyê ya di roja destpêkirina operasyona Cerablûsê de, rê li ber fikar û gumanan vedike."