Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 200 şervanên xwe şand Tebqayê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji bo piştgiriyê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li di pêngava rizgarkirina Tebqayê de ne, 200 şervanên xwe şand herêmê.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê, dewam dike. Desteka ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku vê operasyonê dimeşîne, roj bi roj zêde dibe. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî tevlî operasyona rizgarkirina Tebqayê bûn.

200 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku duh êvarê tevî çek û cebilxaneyên xwe gihîştin herêma Tebqayê, berê xwe dan navenda bajêr.

Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku fermandariyê ji van 200 şervanan re dike Gîvara Minbic li ser sedema tevlîbûna li vê operasyonê got, "Şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina Minbicê gelek alîkariya me kirin û me bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ paqij kir. Me ev alîkariya wan ji bîr nekiriye. Niha jî gelê Tebqa li hêviya azadkirinê ye. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbic me jî pêwîst dît ku piştgiriya şervanên QSD’ê bikin û ji bo rizgarkirina Tebqayê û şerê li dijî DAIŞ bi wan re bibin alîkar."

Fermandar Gîvara her wiha diyar kir, eger pêwîstî pê hebe ew ê hîn zêdetir şervanan bînin tevlî pêngava rizgarkirina Tebqa bikin.